Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin 2023-09-26 09:03:59 RIHA - Bi hinceta ku di bîranîna Îbrahîm Ayhan de gotina “Şehîdên Kurdistanê” bi kar aniye, derheqê Hevserokê DBP’a Sêweregê Kamîl Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin. Goktaş, got ku di îfadeya xwe de ji bo pirsa “Kurdistan ku dere?” wiha bersiv daye: “Kurdistan ew dere ku em bi sala ye li ser dijîn.”    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Sêweregê Kamîl Goktaş di merasîma bîranîna siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan a di 20’ê îlonê de gotibû; “Ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz girtin.”  Ji ber peyva “Şehîdên Kurdistanê”, Goktaş di 22’yê îlonê de li Sêweregê hate binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Sêweregê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, derheqê Goktaş de lêpirsîn da destpêkirin.    Hevserokê DBP’a Sêweregê Goktaş, parêzerê wî Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Sêweregê Sabrî Gungen bertek nîşanî lêpirsînê dan û gotin ku derhiqûqî ye.    ‘LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’   Parêzer Sabrî Gungen, bi lêv kir ku peyva Kurdistanê ne ya partî û rêxistinane û penasekirina erdnîgariyekê ye. Gungen, wiha dom kir: “Heta niha ji ber peyva Kurdistanê, bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ derheqê gelek kesan de lêpirsîn hatine destpêkirin. Lê Dadgeha Bilind biryar da ku bi kar anîna vê peyvê sûc nîne. Tevahiya dozên hatine vekirin jî ji hêla Dadgeha Bilind ve hatin betalkirin. Lewma sûcdarkirina ji ber vê peyvê, li dijî makeqanûna Tirkiyeyê ye. Peyva şehîd jî ji bo kesên ji kevneşopiya partiya ku muwekîlê min hevserokatiya wê dike, ji bo kesên bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin tê bikaranîn. Bikaranîna van peyvan, dikeve çarçoveya azadiya raman. Wezareta Karên Hundir di biryareke xwe de diyar kir li gorî xala 14’emî a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, bikaranîna peyva Kurdistanê sûc e. Lê peyva Kurdistanê ne navê dewletê lê navê erdnîgariyê ye. Lewma nakeve çarçoveya sûc.”    ‘DARAZ WEKE AMÛRA ÇAVTIRSANDINÊ TÊ BIKARANÎN’   Bi domdarî Gungen lêpirsîna ji ber peyva Kurdistanê weke biryareke siyasî nirxand û wiha pê de çû: “Em vê hewldanê, weke berdewamiya zextên li dijî siyaseta kurd dinirxînin. Di vê çarçoveyê de daraz weke amûra operasyonên tirsandinê tên bikaranîn. Ji ber vê gotina ku sûc nîne, gelek kes hatin girtin. Ev kiriyar, binpêkirina azadiya fikr û raman e.”    'KURDISTAN KU DERE?’   Hevserokê DBP’a Sêweregê Kamîl Goktaş jî da zanîn ku li ser goristanê got; “Ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêzgirtin” lewma hatiye binçavkirin û ev tişt anî ziman: “Di dema binçavkirinê de ji min pirsên ‘Kurdistan ku dere? Şehîd kî ye?’ kirin. Min jî got; ‘Kurdistan erdnîgariya ku bi sala ye em lê dijîn e û kesên di têkoşîna partiya me de jiyana xwe ji dest dane jî şehîd in. Serokkomarê we jî gelek caran peyva Kurdistanê bi kar aniye.’ Piştre hatim berdan.”   'EM Ê PAŞVEGAV NEAVÊJIN’   Goktaş, got ku bi lêpirsînê dixwazin wan bitirsînin û axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî wan hebûna me sûc e. Dixwazin em paşvegavê biavêjin. Bi hestên nîjadperest li me dinêrin. Lê em ê li dijî vê yekê paşve gavê neavêjin. Li gorî makeqanûnê jî gotina Kurdistanê sûc nîne lê bi qanûnên xwe nakin. Naxwazin kurd xwedî li maf û nirxên xwe derkevin.”    MA / Mahmût Altintaş