Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê 2023-09-26 09:15:30 MÛŞ - Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk diyar kir ku Komkujiya Vartînîsê sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got ku lewma divê nekeve ber demboriyê.    Li bajaroka Vartînîsê ya navçeya Têlî ya Mûşê, di 3'yê Cotmeha 1993'yan de mala malbata Ogutê hat şewitandin. Di malê de bav Nasir Ogut, hevjîna wî Eşref Ogut û zarokên wan Sevîm, Sevda, Mehmet Şakir, Mehmet Şîrîn, Aycan, Cîhan û Cînal Ogut hatin qetilkirin. Tekane bersûcê di dozê de tê darizandin Bulent Karaoglû jî, çendî bi bultena sor lê tê gerîn, hê jî nehatiye zevtkirin. Dê danişîna 19'an a dozê di 27'ê îlonê de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê bê lidarxistin.   Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk bal kişand ser xetereya demboriyê ya dozê.    BIRYARÊN NAVNETEWEYÎ   Karaçelîk bibîr xist ku dê di Doza Vartînîsê de têkoşîna edaletê ya 30 salan di 3'yê Cotmehê de bi dawî bibe û got: "Lê fikarên me hene, lê belê di warê hiqûqî de jî argumanên me yên pir xurt hene. Me gelek caran anî ziman, divê ev doz nekeve ber demboriyê û em ê vê yekê tim bibêjin. Di meseleya demboriyê de, di warê îşkence û mafê jiyanê de hin biryarên navneteweyî û nirxandinên hiqûqî hene."    SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ   Karaçelîk bibîr xist ku têgiha sûcê li hemberî mirovahiyê di sala 2005'an de ketiye hiqûq Tirkiyeyê û got ku dê  şîroveya "Hukmeke wiha tune bû, ev hukmê li hemberî bersûcan nayê nirxandin" qebûl nekin. Karaçelîk wiha domand: "Di biryarên navneteweyî de tê destnîşankirin ku divê di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî neyê pêkanîn. Madem em jî parçeyeke hiqûqa navneteweyî ne, divê em hiqûqa neteweyan ji nedîtî ve neyên. Lê belê di dozên bi vî rengî de yên salên 90'î de biryarên wiha bêtalih hatin dayîn. Em di vî warî d epir zelal in, Doza Vartînîsê di çaroveya sûcê li hemberî mirovahiyê de ye. Di vê de tu şik û guman tune ne. ÇArçoveya sûcê li dijî mirovahiyê diyar e. Ma mirov dikare bibêje ku di navbera zarokên di komkujiya Vartînîsê de hatin şewitandin û kesên ew şewitandin de hisûmetek heye? Yanî di vê komkujiyê de hemû taybetmendiyên sûcê li hemberî mirovahiyê hene. Em jî li bendê ne ku dadgeh nekeve nava xerabeteke hiqûqî ya bi vî rengî."    Karaçelîk bal kişand ser dema dozê ku bi salan domandiye û got ku piştî têkoşîneke edaletê ya 30 salan divê wiha neyê gotin: "Belê me biryar da ku kî malbata we bi hovîtî qetil kiriye, me ev yek etspît kir, lê em nikarin ev qas ceza li kiryar bibirin." Karaçelîk destnîşan kir ku ev yek li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Di bûyerên wiha de divê lêpirsînên çalaktir bên kirin."    ‘DIVÊ NEKEVE BER DEMBORIYÊ'   Karaçelîk bilêv kir ku gumanên wan ên der barê dozê de nemane û wiha domand: "Me asta ku 'gelo kirine yan delîl kêm in?' derbas kiriye. Me got dê bersûc bireve, lê dîsa tiştek nekirin. Wekîs ûcekî pir hêsan be gazî kiryar nekirin, tenê nivîs ji Stenbolê re hat şandin. Talîmat hat nivîsandin, lê biryara anîan bi darê zorê jî nehat dayîn. Bersûc di danişîna ewil de raporek şand. Raporê ji nexweşxaneyeke dewletê girt. Wê gavê li vir vû û paşê li ber çavê he rkesî çû. Em dibêjin komkujiya Vartînîsê di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ye, lewma divê nekeve ber demboriyê. Di vîw arî de biryarên DMME'yê hene."    Karaçelîk destnîşan kir ku di warê negirtina bersûc de berpirs şandeya dadgehê ye û got ku ev yek jî girêdayî polîtîkayên bêcezahiştinê ye.    ‘DIVÊ RASTÎ DERKEVE HOLÊ'   Karaçelîk bilêv kir ku dadgeh dê piştî 3'yê Cotmehê ji bo demboriyê biryaêr bide û got ku lê divê rastî derkeve holê. Karaçelîk ji bo hestiyariyê bang li raya giştî kir û xwest her kes xwedî li vê dozê derkeve.    MA / Berîvan Kûtlû