Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû 2023-09-26 10:38:37   RIHA - Rojnameger Seyît Evran, beriya jiyana xwe ji dest bide têkildarî 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan bi MA’yê re axivî. Evran, wiha got: “Fikra ku dixwestin tune bikin, li cîhanê belav bû.”    Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Evran, zêdetirî 30 salan li çar parçeyên Kurdistanê û gelek herêmên Rojhilata Navîn rojnamegerî kir. Di vê pêvajoyê de têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ji cîhanê re ragihand û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nêz ve şopand.    Evran, beriya wefata xwe, têkildarî 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi ajansa me re axivîbû. Hevpeyvîna bi Evran re ya têkildarî bandora fikrên Abdullah Ocalan a li ser jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:    NIRXANDINA EVRAN A DERHEQÊ KOMPLOYÊ DE    Evran, diyar kir ku bi milyonan kes ji fikrên Abdullah Ocalan bibandor bûne û hêzên hegemon ji ber ku ji paradîgmaya Abdullah Ocalan ditirsiyan, plana komployê xistine meriyetê. Evran, wiha domand: “Bala birêz Ocalan beriya komployê piranî li ser Rojhilata Navîn û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bû lê bingeha bala wî ew nebû. Ji bo azadiya mirovahiyê, hemû bindestan û kesên mafên wan hatine xespkirin û rizgariya jinên tune dihatin hesibandin têkoşînek birêxistin kir. Hêzên serdest jî ev fikriyat ji xwe re weke talûke dîtin.”    ROLA CENDIRMETIYÊ YA TIRKIYEYÊ   Bi domdarî Evran anî ziman ku Tirkiye jî di komploya navneteweyî de hatibû peywirdarkirin,  her cureyên alîkariyê jê re hatine dayîn û wiha got: “Rola cendirmetiyê ya Tirkiyeyê hêj jî didome. 23 welatan di komployê de cih girt. Ev welat ji fikrên birêz Ocalan bibandor dibûn lewma êrişeke wiha mezin birêxistin kirin. Birêz Ocalan ku di hucreyeke yekkesî de hatiye dîlgirtin, bi pêşxistina paradîgmaya xwe re hêj bêhtir bû xewnereşka van dewletên di komployê de cih girtin. Îcar jî fikrên ku tevahiya gelên cîhanê di nava xwe de dihewîne pêş xist. Di demên berê de jî hebûn lê li Îmraliyê pêş xist û pêşkeşî hemû gelên cîhanê hatin kirin. Ev paradîgma li ser pergala demokratîk, parastina ekolojiyê û azadkirina jina hatiye kolekirin hate pêşxistin. Fikriyata ku dixwestin tune bikin, di nava girseyên hêj berfirehtir de belav bû.”    BELAVBÛNA PARADÎGMAYÊ   Di berdewamê de Evran got ku paradîgmaya ku hêzên serdest dixwestin bi komployê tune bikin, li çar aliyên cîhanê ekolojîst, jin, bindest û etnîsîte xwedî lê derketine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro li her çar aliyên sazî û aktîvîstên ku ekolojiyê diparêzin xwedî li birêz Ocalan derdikevin. Ji ber ku fikrên wan jî heman in. Hemû bindest û azadîxwazên cîhanê xwedî li birêz Ocalan derdikevin. Vê yekê bi eşkereyî dibêjin. Tevahiya sendîkayên karkeran ên cîhanê xwedî li birêz Ocalan derdikevin. Ji ber ku dibêjin; ‘ew di heman demê de mafên me diparêze.’ Tevahiya komên etnîkî, formên civakî û gele eşîrên li Rojhilata Navîn îro birêz Ocalan diparêzin. Ji ber ku her kes xwed di vê paradîgmayê de dibîne. Li çar aliyên cîhanê îro xwedîderketineke li fikra serdestan dixwestin tune bikin heye. Xwestin vê fikrê ji holê rakin lê niha bi fikrekî hîn mezintir re rû bi rû ne. Lê nihêrtin ku nikarin tune bikin, îcar jî hewl dan çareseriyê li wir pêş bixin. Lê rola cendirmetiyê ya ku dane Tirkiyeyê bi dawî nebûye. Tirkiye hêj jî li Rojhilata Navîn pevçûnan derdixîne, hewl dide îstîqrarê xera bike û neçareseriyê pêş dixe. Heke ji bo bidawîkirina neçareseriyan daxwazek hebe, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Tiştekî xelet nîne ku mirov bibêje bingeha gelek pirsgirêkên li cihanê tecrîda li Îmraliyê ye.”    XWEBIRÊXISTINKIRINA KURDAN   Rojnameger Evran, bi bîr xist ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi sedsalaya didome û ev nirxandin kir: “Beriya PKK’ê 28 serhildan hene. Têkoşîna azadiya ya kurd ku bi Emirxan Bradostî dest pê kirî, heta sala 1938’an berdewam kir. Temenê tu serhildanan salek derbas nekir. Ji bo Agiriyê dibêjin 4 sal lê li pey hev 3-4 serhildan hatibûn kirin. Temenê Kurd a Mahabatê 11 meh bû. Tevahiya serhildanan, dev ji 2 parçeyan berde, nekarî bandorê li tevahiya parçeyekê jî bikin. Heta têkoşîna pêşmergeyan a li Başûr jî bandor li tevahiya Başûr nekir. Başûr niha 3 parçe ye. Tevek jî lokal man. Bedelên giran hatin dayîn, pêşengên wan hatin bidarvekirin û cihên gorên wan hêj jî nayên zanîn. Lê belê ev serhildan berfireh nebûn û zêde dirêj neajotin. Tekane tevgera ku karî vê yekê pêk bîne, tevgera azadiyê ya kurd anku PKK bû. Têkoşîna azadiyê li 4 parçeyên Kurdistanê û li her deverê birêxistin kir û meşand. Tenê bi 4 parçeyan re jî bisînor nema, kurdên li dîasporayê, Sovyetan û Kafkasan jî birêxistin kir û tev li vê têkoşînê kir. Tişta ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji tevgerên din cuda dike ew e ku kurdên her çar parçeyan kir yek û demokratîk kir. Ev yek jî bi saya fikrên birêz Ocalan hate kirin. Goristana Şehîdan a Kobanê mînaka herî şênber a çar parçeyên Kurdistanê ye. Li vê goristanê şehîdên ji çar parçeyan jî hene.”    SERHILDANA LI DIJÎ KOMPLOYÊ   Evran, serhildanên li çar parçeyên Kurdistanê li dijî komployê hatine lidarxistin bi bîr xist û wiha got: “Başûr, bi rojan li ser pêyan bû. Hinek pêşmergeyan xwe şewitandin. Li Rojhilat meş hatin lidarxistin û bi sedhezaran kes tev li bûn û bi rojan domiyan. Bakur li her deverê li ser pêyan bû. Li her gund, bajarok, navçe û bajarên Rojava xwepêşandan hatin lidarxistin. Li Ewropayê bi ser konsoloxaneyan de hate girtin, mirov hatin gulebarankirin. Bi dehan kesên digotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li çar parçeyên Kurdistanê xwe şewitandin. Her çend ku birêz Ocalan gotibe; ‘wisa nekin, ez ne li gel vê çalakiyê me’ jî mirovan xwe şewitandin. Tiştekî wiha li tu devera cîhanê nehatibû dîtin. Digotin qey heke em serî bigirin dê beden belav bibe. Ev 25 sal in gel nesekinî ye û ji bo azadiya birêz Ocalan têdikoşe.”    DINYAYEKE DIN MIMKIN E    Evran, da zanîn ku hewl didin komploya negihiştiye armanca xwe bi pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Tecrîd, bi erêkirina hêzên navneteweyî tê girankirin. Heke tecrîd nebûya, îro gelek şer nediqewimîn. Hêza pêşîlêgirtinê ya birêz Ocalan heye. Yek ji geşedanên sereke ya komplo bêbandor kirî jî Şoreşa Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bandora xwe li tevahiya herêmê kir. Dewletên herêmî gelek ditirsin. Dema li Rojava kanton hatin ragihandin, li ser kantonên Yemenê nîqaş hatin kirin û 6 kanton hatin ragihandin. Niha Misir, Cezayîr, Tunus û Sûriye vê modêlê ji xwe re mînak digirin. Ne tenê ji bo gelên herêmê, bi hezaran enternasyonalîstên cîhanê jî bi dirûşma ‘dinyayeke din mimkin e’ tev li vê şoreşê bûn. Êrişên îro li dijî Rojava tên kirin, girêdana xwe bi tecrîdê re heye. Hêzên navneteweyî yên li dijî vê bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in. Divê li dijî tecrîdê zext li van hêzan were kirin û jê re bibêjin; ‘peywira xwe pêk bînin.’ Heke ev neyê kirin, tecrîd jî ranabe. Kampanya hene lê bi têrî nakin. Faşîzm, azadiyê nade. Azadî ji faşîzmê tê standin.”    MA / Emrûllah Acar