Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin 2023-09-26 10:38:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger-nivîskar Seyît Evran dê sibe li Qamişloyê bê oxirkirin.    Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Evran dê sibe bi awayekî girseyî bê oxirkirin. Cenaze dê saet di 11.00’an de ji morgê were girtin û bibin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan. Evran, dê piştî merasîmê li vir bê definkirin.