‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’ 2023-09-26 10:39:39   AMED - Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Gîzem Mîran diyar kir ku li dijî tecrîda Îmraliyê dê hewldanên wan hebin û wiha got: “Divê li dijî vê bihiqûqiyê bê lêbê û belê deng were derxistin.”   Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin, ji 25’ê adara 2021’an ve agahî nayê girtin. 449 serlêdanên malbatan û parêzeran ji wê dîrokê ve kirin an bê bersiv hatin hiştin an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” hene hatin redkirin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Gîzem Mîran anî ziman ku li dijî tecrîda Îmraliyê dê bikevin nav hewldanên nû.    PIRSGIRÊKA KURD Û TECRÎD    Mîran, anî ziman ku li Îmraliyê hem qanûnên netewî hem navnetewî tên binpêkirin û wiha got: “Ev rewş vegurehiya rejîma înfazê ya şexsî.” Mîran, bi lêv kir ku di serdemeke bêçareserî kûr bû de tecrîd jî hate girankirin û wiha got: “Nezîkatiya dewletê û desthilatan a têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd, nêzîkatiya wan a li dijî tecrîdê diyar kiriye. Dema neçareserî hate ferzkirin û hawîra şer ji nû ve tê avakirin mirov dibîne ku tecrîd hêj bêhtir kûr bûye.”   Mîran, bal kişand ku di serdema bi Abdullah Ocalan re diyalog meşandin de hawîra şer û pevçûnê jî ji holê rabû û destnîşan kir ku rakirina tecrîdê dê di çareseriya astengiiyên pêşiya pirsgirêka kurd û demokratîkbûyînê de bi bandor bibe. Mîranê axaftina xwe wiha domand: “Weke hiqûqnasekê, weke parêzereke kurd dixwazim bêjim ku çareseriya pirsgirêka kurd di diyalog û dawî anîna hawîra şer de derbas dibe.”   BÊDENGIYA CPT’YÊ    Mîran, anî ziman ku mekanîzmayên navnetewî jî têkildarî tecrîdê kêm dimînin. Mîran, bi lêv kir ku welatên endamên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê en ji ber têkiliyên xwe yên siyasî, civakî û aborî yên bi Tirkiyeyê re ji tecrîdê re bêdeng dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafên mirovan ên herî bingehîn, binpêkirina qedexeya muameleya nebaş û îşkenceyê qurbanî van têkiliyan tê kirin. Weke tê zanîn bi ser serdana dawî ya CPT’yê re gelek wext derbas bû. Lê hêj rapora xwe ya di vê mijarê de aşkere nekiriye. Her wiha em van agahiyan ji serlêdan, agadarkirina rayagiştî ya parêzerên Ocalan û ji daxuyaniyên meqamên navnetewî hîn dibin. Tevî serlêdana parêzeran a bi daxwaza tedbîrê ya ‘Em difikirin ku xetereya jiyanî heye, agahî jê nagirin’ jî CPT demekî dirêje daxuyaniyekê nade.”   ‘HEWLDANÊN ME DÊ ÇÊBIBIN’    Mîran bi bîr xist ku di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ya weke OHD dane destpêkirin de 775 parêzeran li dijî tecrîdê serlêdan kirin û got: “Ne ji serlêdana baroyan re ne jî ya me parêzeran re hêj tu bersiv nehatine dayîn. Lê dê di pêvajoya pêşiya me de hewldan û serlêdanên me çêbibin.” Mîran, anî ziman ku divê li dijî bêhiqûqiyê “bê lebê û belê” deng were derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em têkildarî vê yekê dîsa bang li meqamên darazê û îdarî dikin; divê bersiva hemû serlêdanên me yên me li gorî mewzueta Tirkiyeyê kirine bê dayîn û ev bêhiqûqî demildest ji holê bêrakirin.”   MA / Eylem Akdag