Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn 2023-09-26 10:53:24 AMED - Emniyetê destûr neda ku şîna rojnameger Seyît Evran were danîn. Di heman demê de emniyetê nifteya Mala Şînê ya Navendî jî desteser kir.    Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da.  Malbata Evran a li navçeya Hênê ya Amedê xwest li Mala Şînê ya Navendê ji bo 3 rojan şînê dane. Lê belê emniyetê dest danî ser nifteya mala şînê û nehişt malbat şîna xwe deyne. Emniyetê bang li endamên malbatê kir û jê re got; ‘Em nahêlin hûn şîna xwe li mala şînê deynin. Ji bilî endamên malbatê, hûn nikarin li tu devereke din şînê deynin.”    Li ser vê yekê malbatê şîna xwe li pêşiya mala xwe ya li taxê danî. Dê şînên ji bo Evran li vir bên qebûlkirin.