HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt 2023-09-26 13:02:54   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê ragihand ku hêzên wan pêşî li êrişeke nû ya 2 komên çekdar ku dixwestin têkevin rojhilatê Dêrazorê, girt.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hinek hêzên biçek ên girêdayî hikûmeta Şamê xwestin ji bajarê Meyadînê derbasî navçeya Ziban a Dêrazorê. HSD'ê têkildarî mijarê daxuyanî da û ev tişt anî ziman: "Hêzên me li navçeya Zibanê 2 komên çekdar ên girêdayî saziyên ewlehiya rejîma Sûriyeyê dorpêç kirin."   Têkildarî bûyerê Berdevkê Navenda Ragihandinê ya HSD'ê Ferhad Şamî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û destnîşan kir ku herêmên li rojhilatê Dêrazorê di bin kontrola wan de ne. Navenda Ragihandina HSD'ê di malpera xwe ya fermî de daxuyand ku hemû hêzên çekdar ên ku dixwestin bikevin têkevin Zibanê hatine "dersînorkirin."    Demek beriya niha HSD daxuyanî dabû û destnîşan kiribû ku "Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê" bi serkeftî bi dawî bûbû û di çarçoveya operasyonê de 90 gundên li rojhilat û bakurê Dêrazorê hatine paqijkirin.