Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû 2023-09-26 13:06:00   ENQERE - Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk weke “Ji bo azadiyê” hate diyarkirin.    Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê roja yekşemê de li Eywana Sporê ya Sergirtî ya Ataturkê kongreya xwe li dar bixe. Tê payîn ku bi dehhezaran kes tev li kongreyê bibin û amadekariyên kongreyê didomin. Di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a duh hat lidarxistin de dirûşma kongreyê hate eşkerekirin. Dirûşma kongreyê weke “Ji bo Azadiyê” hate diyarkirin.