Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin 2023-09-26 14:18:54     STENBOL  - Muhammed Eren Sutçu ji ber êrişa xwe ya li dijî avahiya Rêxistina HDP’a Bahçelîevlerê dihat darizandin û daxwaza darizandina Sutçu ya bi awayekî girtî hate redkirin.    Muhammed Eren Sutçu di 28’ê kanûna 2021’an de bi çekê êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevler a Stenbolê kir. Êrişkar Sutçu bi sûcên “Bi çekê gef xwariye”, “Heqaret” û “Hewl da bi çekê birîndar bike” tê darizandin. 3’yemîn danişîna dozê li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê hate lidarxistin. Parêzerên her du aliyan û êrişkar Sutçu di danişînê de amade bûn.    TIŞTÊN DI ROJA BÛYERÊ DE QEWIMÎN   Di danişînê de dadgehê mafê axaftinê da Îsmaîl Gunay ku di dema bûyerê de li avahiya partiyê bû. Gunay, da zanîn ku Sutçu bi îdiaya “dixwazim bibim endam” hatiye avahiya partiyê û êrişî Ramazan Dîşari kir. Gunay, axaftina xwe wiha domand: “Berê çekê da min. Gefa; ‘Hûn ê geber bibin, bimirin. Bîsteke din dê Stenbol behsa min bike. Dê ji vir 3 ceset derkevin.’ li me xwar. Gelek caran tiliya xwe danî ser tetîkê çekê gule neavêt. Li ser vê yekê reviya. Ez jî di vê êrişê de birîndar bûm. Ez jî gilîdar im û dixwazim tev li dozê bibim.”    Piştre jî êrişkar Sutçu mafê axaftinê girt û îfadeyên hatine dayîn red kir.    ÊRIŞA PLANKIRΠ   Parêzerên kesên di êrişê de birîndar bûn jî diyar kirin ku Sutçu êriş bi awayekî plankirî pêk aniye û xwestin ku bi awayekî girtî were darizandin. Her wiha parêzeran xwestin derheqê Kurşat Arslan û Îbrahîm Vural de serlêdana sûc were kirin ku biryar hatibû dayîn ku weke şahid lê were guhdarîkirin.    Parêzerên êrişkar Sutçu jî xwestin miwekîlê wan bi awayekî negirtî bê darizandin û ji danişînan bê varestekirin.    Şandeya dadgehê daxwaza varestekirina Sutçu ya ji danişînan red kir. Biryar da ku daxwaza serlêdana sûc a ji bo Arslan û Vural piştî guhdarîkirina şahidan were nirxandin. Her wiha daxwaza darizandina Sutçu ya bi awayekî girtî jî red kir û danişîn taloqî 24’ê çileya 2024’an kir.