Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin 2023-09-26 20:13:56   ENQERE- Di îdianameya der barê Hevseroka DFG'ê û Edîtora MA'yê Dîcle Muftuoglûyê de, hevdîtinên wê yên bi rêya telefonê yên bi rojnamevanan re, çûna wê ya derveyî welêt û gelek tiştên razber wekî sûc hatine hesibandin.    Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa MEzopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglûyê jî di nav de der barê 5 jê girtî 49 kesan de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve îdianame hata amadekirin. Îdianameya hat amadekairin berpêşî Dadgeha Cezayê Giran a 28'an a Enqereyê hat kirin. Lê belê dadgehê îdianameyê qebûl nekir û di 27'ê Tîrmehê de ji heman dozgeriyê re şand. Dadgehê di sedema xwe ya neqebûlkirina îdianameyê de diyar kir ku di navbera kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatine binçavkirin û girtin de tu pêwendiyeke hiqûqî û fiîlî tune ye, lê dîs ajî lêpirsîn bi awayekî giştî hatiye kirin û îdianame jî bi vî awayî hatiye amadekirin. Dadgehê xwest ku îdianame li gor kesan bê amadekirin.    Dadgehê paşê îtiraza dozgeriyê ya ji bo vegerandina îdianameyê jî red kir. PIştî vê dozgeriyê ewilî der barê Muftuoglûyê û edîtorê MA'yê Sedat Yilmaz de ku di 6'ê gulanê de bi hev re hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin, îdianameyên cuda amade kirin. Îdianame bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "avakirin û rêvebirina rêxistinê" hatin amadekirin. Heman dadgehê vê îdianameya dozgeriyê jî qebûl nekir û di 21'ê Îlonê de biryara nekarbidestiyê da. Dadgehê di vê biryara xwe de diyar kir ku cihê îdiayên sûcan Amed e û ji ber vê biryar da ku îdianame ji Dadgehên Cezayên Giran ên Amedê re bên şandin.    Îdianameya der barê Yilmaz de ji aliyê tu dadgehan ve nehat qebûlkirin û di 6'ê Îlonê de der barê Muftuoglûyê de îdianameyek hat amadekirin. Îdianameya ku bi heman xalên sûcdarkirinê hat amadekirin, vê carê ji dêvla dadgeha ji bo Yilmaz, berpêşî Dadgeha Cezayê Giran a 19'an hat kirin. Dadgehê di 13'ê Îlonê de der barê îdianameyê de biryara nekarbidestiyê da. Dadgehê bi heman hincetê îdianameya der barê Yilmaz jî şand Amedê. Ji ber ku îdianame hê ji aliyê tu dadgehan ve nehatiye qebûlkirin, veneguheriye dozê.   Di îdianameya der barê Muftuoglûyê de îfadeyên Kerem Gokalp, Samîr Baran û kesê bi navê Ûlaş ku di doza girtinê ya der barê HDP'ê û Doza Kobanê de jî navê wan derbas dibe, cih digirin. Her wiha îfadeyên şahidê veşarî yê bi navê “K8Ç4B3L1T5” ên der barê Muftuoglûyê û Yilmaz de jî cih digirin.    Di îdianameyê de hevdîtinên Muftuoglûyê yên bi rêya telefonê yên bi rojnamevanan re, çûna wê ya derveyî welêt û gelek tiştên razber wekî sûc hatine hesibandin.    Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi van îdiayan ceza li Muftuoglûyê bê birîn.