Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye 2023-09-27 09:00:34 WAN - Parêzer Cemal Demîr ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re 7 caran hevdîtin kiriye, Girtîgeha Îmraliyê weke “Çalereşa hiqûqê” pênase kir û wiha got: “Divê li dijî tecrîdê dîplomasiya navneteweyî û mekanîzmayên serlêdanan bêxin nava liv û tevgerê.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bû hedefa planên îmhakirin û tesfiyeyê ya hêzên kûrewî, di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Bi komploya navneteweyî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo pêkanîna Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (PMRN) koordînatoriya wê dikir re Abdullah Ocalan piştî Ewropayê anîn Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan 130 rojan li Ewropayê ma û her tim di bin çavdêriyeke zêde de bû. Piştre anîn Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ku bi awayeke taybet hatibû dîzaynkirin. Ev 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 30 sal in bi tu awayî agahî jê nayên girtin.    Abdullah Ocalan, diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê ji hêla rayedarekî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ve hate pêşwazîkirin, komplo weke şano pênase kir û wiha got: “Senaryoya wê hin kesên din nivîsandin û li Îmraliyê hate lîstin.” Bi vê nirxandina xwe bal kişand ser rola hêzên navneteweyî ya di komplo û pergala tecrîdê ya li Îmraliyê de. Rêberê PKK’ê destnîşan kir ku Îmrali projeya CPT’yê ye û got ku divê pergala tecrîdê were rakirin û li gorî rêgezan tevbigerin.    CPT a ku Abdullah Ocalan pêşwazî kir, di nava 25 salan de tenê 11 caran çû serdana Îmraliyê. Rewşa agahînegirtina ji Îmraliyê kete meha 31’an. CPT, di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de çû Îmraliyê û bi daxuyaniyên xwe yên nakok fikarên raya giştî zêdetir kir.    Parêzer Cemal Demîr ku di navbera salên 2008 û 2011’an de 7 caran çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, pêvajoya komployê û Girtîgeha Îmraliyê nirxand û bal kişand ser hêzên rola wan di pergala tecrîdê de heye.   Cemal Demîr   PÊVAJOYA BER BI 9’Ê COTMEHÊ VE   Demîr, bi bîr xist ku Tirkiyeyê di 16’ê îlona 1998’an de bi awayekî vekirî gefa dagirkirinê li Sûriyeyê xwar, piştre di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) de vebijêrka mudaxileya leşkerî ya li dijî Sûriyeyê nîqaş kir, serokkomarê demê Suleyman Demîrel di axaftina vekirina Meclisê de gef xwar, di heman pêvajoyê de NATO’yê li Îskenderûnê tetbîqeta leşkerî kir û krîz mezintir kir, rola Wezîrê Karên Derve yê Misrê ya di navbera her du welatan de û di heman dîrokê de Protokola Edeneyê ya di navbera her du welatan de hatiye îmzekirin pêvajoya ber bi 9’ê Cotmeha 1998’an ve amade kir. Demîr, got ku hiqûqa navneteweyî tune hate hesibandin û di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de bêhiqûqtiya navneteweyî li gelê kurd hatiye ferzkirin.    SKANDALA HIQÛQÎ YA DÎROKÎ   Bi domdarî Demîr diyar kir ku li dijî Abdullah Ocalan hiqûqa korsanî ketiye meriyetê û wiha dom kir: “Birêz Ocalan ji Sûriyeyê derket û li Ewropayê nekarî ji mafê parastina hiqûqî sûd bigire. Ji bo îltîcayê serlêdan kir lê hiqûqa Ewropayê hate binpêkirin û ev daxwaz jinedîtî ve hatin. Bizmarê duyemîn a çarmixa li dijî birêz Abdullah Ocalan li Romayê hate lêxistin. Biryara qebûlkirina îltîcaya siyasî bi tu awayî esas nehat girtin. Înterpolê bi bultena sor biryara girtinê derxist û ev sazî hate sûîstîmalkirin. Bi vê yekê re pergal û hiqûqa Ewropayê skandaleke dîrokî kir.”    ÇALEREŞA HIQÛQÊ: ÎMRALI   Di berdewamê de Demîr daxuyand ku bi pêvajoya 15’ê Sibatê re heman nêzikatî li Tirkiyeyê hatiye raberkirin û ev tişt anî ziman: “Di şert û mercên awarte de û di serî de rêgeza dadger, hemû rêgezên bingehîn ên hiqûqa tirk hatin binpêkirin. Di nava çendek mehan de darizandineke jirêzê kirin û doz bi dawî kirin. Pêvajoya dozê ya li Dadgeha Bilind jî zêde dom nekir. Doz, veguhestin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Lê DMME li gorî rola xwe ya dîrokî û tecrûbeya darizandinê tevnegeriya, tenê di çarçoveya endamtiya leşkerî de tevgeriya û biryara binpêkirinê da. Bi vê yekê re lêgerîna edaletê ya gelê kurd li ser bingeha hiqûqa cîhanê careke din bêbersiv hate hiştin. Ji ber vê yekê, komplo û pergala Îmraliyê bi tespîteke rast weke ‘çalereşa hiqûqê’ hatiye pênasekirin.”    BERJEWENDIYÊN DI NAVBERA DEWLETAN DE    Parêzer Cemal Demîr, destnîşan kir ku di komploya NATO-Gladioyê de bandora berjewendiyên dewletan girîng bû û wiha pê de çû: “Pevçûnên herêmî û berjewendiyên weke ‘Projeya Mavî Akim’ a di navbera Rûsya û dewleta tirk de û ‘Mijara Giravên Egeyê û Qibrisê’ ya bi Yewnanistanê re jî bandoreke girîng li ser komployê kir û ev hêz tev li komployê kirin. Weke ku birêz Abdullah Ocalan jî aniye ziman, derdora NATO’yî ya ku ev şer li dijî daxwaza azadî, wekhevî û demokrasiyê ya gelan kûrtir kir û komploya 9’ê Cotmehê jî parçeyeke vê bû. Jixwe hêzên herî zêde piştgirî dan vê pêvajoyê jî hêzên hegemon ên weke DYA, Ingilistan û Almanyayê bûn. Armanc ew bû ku şerê heyî kûrtir bikin û vebijêrka çareseriya demokratîk a pirsgirêkê ji holê rakin. Berjewendiyên hêzên hegemonîk ên wê demê û projeyên wan bi vî awayî bûn. Lê belê bi saya berxwedana li Îmraliyê, ev komplo vala hate derxistin û rê li ber pêkanîna van plan û projeyan hate girtin.”    ‘GIRAVA KURD LÊ HATINE GIRTIN’   Parêzer Demîr, qala pergala tecrîdê ya li Îmraliyê kir û wiha got: “Divê mirov pergala tecrîdê ya li Îmraliyê piralî û weke yekparçe binirxîne. Wateya wê, ji girtîgehekê giravê gelek wêdetir e. Di esasê xwe de em bi pergalekê re rû bi rû ne. Ev pergal, tenê ji projeyeke mîmarî û tecrîda fîzîkî pêk nayê. Di heman demê de hêmayên civakî, psîkolojîk û felsefîk jî di nav de hene û projeya endezyariya psîko-sosyal e. Lewma, li wê derê di şexsê kesekî de gelek hatiye zindanîkirin. Di serdana ewil de hesta ‘cihê ku gelê kurd lê hatiye hefskirin’ bi mirov didin hîskirin. Piştî ji hevdîtina ewil vegeriyayîm, li gel gelek hest û hizran, her wiha fikra ‘xweziya her kurdekî bikariya biçûya serdana giravê û şahidiya vê pergalê bikira’ di min dê çêbûbû. Ji ber ku di vê serdanê de mirov kurdbûna xwe di asteke cuda de dijî.”    PÊNASEYA HIQÛQA ÎNFAZÊ: TECRÎD   Demîr, da zanîn ku tecrîd û îzolasyon di şexsê Abdullah Ocalan de teşe girtiye û ev nirxandin kir: “Têgehên tecrîd û îzolasyonê, di şexsê birêz Abdullah Ocalan de şênber bûne. Êdî pênaseyeke cuda ya hiqûqa înfazê ya tirk bûye. Hewl didin têkiliya şexsiyetên siyasî yên weke dîlgirtiyan radigire, bi vî awayî ji malbat, parêzer, civak û tevgera siyasî re qut bike. Li ser tecrîda li Îmraliyê gelek nîqaşên siyasî hatin kirin. Lê ji bo bidawîkirina vê tecrîdê çalakî û xwepêşandanên cidî nayên kirin. Mixabin vê yekê jî kir ku tecrîd domdar be û bipergal bê meşandin. Mafên bingehîn ên her girtiyekî hene. Mafên weke piştgiriya parêzeran, serdanên malbatan, mafên telefon û nameyan, mafên ragihandin û civakî yên di hundirê girtîgehê de. Ji roja Ocalan birin girtîgeha giravê heta niha tu caran nehiştine mafên xwe bi rêk û pêk bi kar bîne. Her carê hincetên weke muxalefeta hewayî, keştî xerabe ye û cezayên disiplînê hatine nîşandan. Heta gelek caran hewcehî bi nîşandana hincetê jî nedîtine. Weke ku tê zanîn, piştî tîrmeha sala 2011’an, hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi parêzeran re ji holê rakirin û li dijî parêzeran operasyon hate kirin.”    ŞÊWEYÊ RÊVEBERIYA KEYFÎ YA LI ÎMRALIYÊ   Demîr, got ku Girtîgeha Îmraliyê bi awayeke taybet hatiye dîzaynkirin û rêveberiyeke keyfî li wir di meriyetê de ye. Demîr, wiha domand: “CPT a girêdayî Konseya Ewropayê ku dewleta tirk jî endama wê ye, di vê mijarê de berpirsyartiya xwe bi cih ne anî. Ev komîte, ji bo nirxandina miameleya li dijî kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin hatiye avakirin. Li gel hinek cihên din, dikarin bêyî venihêrîn û astengiyekê biçin serdana girtîgehan û bi girtiyan re hevdîtinên taybet bikin. Heta niha çûne serdana gelek girtîgehan. Çendek caran çûne serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê. Lê belê heta niha jî derheqê Rêberê Gelê Kurd ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin de daxuyaniyeke mirov qaneh bike nedaye. Bi vê yekê re CPT, hiqûq û nirxên xwe binpê dike û li gorî hiqûqa dewleta endam tevdigere. Ev pratîk jî li ser rewatiya vê saziyê gumanan çêdike.”    GIRÎNGIYA HESTIYARIYA CIVAKΠ   Demîr, anî ziman ku gelê kurd di mijara têkbirina tecrîdê de dikeve kêmasiyan û wiha axivî: “Di mijara teşhîrkirina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan de gelê kurd dikeve kêmasiyan. Heq ew e ku hestiyariya civakî derxînin asta herî jor. Daxuyanî û protestoyên lokal bi têrî nakin. Divê bibe rojeveke germ a welêt û cîhanê. Ji bo vê jî li gel çalakî, xwepêşandan û protestoyan, divê di qada navneteweyî de jî dîplomasiyeke baş were kirin û mekanîzmayên hiqûqî û serlêdanên îdarî rêxin nava tevgerê. Bi rêya dostên çepgir, sosyalîst û demokrat vê mijarê têxin rojeva parlamentoyên welatan. Ji ber ku tecrîdkirina Ocalan, tecrîdakirina gelê kurd e. Tê wateya xeniqandina pirsgirêka kurd, çareserî û perspektîfa çareseriyê. Jixwe bi tecrîdê dixwazin pêşî li çareseriya demokratîk bigirin.”    NÊZIKATIYA LI DIJÎ PIRSGIRÊKA KURD    Demîr, axaftina xwe wiha qedand: “Tecrîd, nîşaneya nêzikatiya li dijî gelê kurd e. Dengê çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd tecrîd dikin. Dewleta tirk dewleteke ewlehîperest e û deriyên wê ji demokrasiyê re girtî ne. Ev yek encama nêzikatiya wê ya li dijî pirsgirêka kurd e. Jixwe pirsgirêka kurd veguherandiye pirsgirêka man û nemanê. Kurdên li her sê parçeyan şer dikin. Ji bilî hêza xwe ya leşkerî, her wiha artêşa çeteyên paramîlîter ku zêdetirî sedhezaran kes in jî xweyî dike. Tevahiya çavkaniyên aboriyê yên welêt ji bo şer xerc dike. Di bingeha krîzên îdarî, siyasî û aborî yên li welêt jî ev e.”    MA / Adnan Bîlen