Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin 2023-09-27 11:22:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê 3 welatî revandin û birin cihekî nediyar. Heman koman li Efrînê bi sedan dar jî birîn.    Binpêkirinên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li Kantona Efrînê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; koma paramîlîter a bi navê “Polîsên sivîl” li gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta ya Efrînê jina bi navê Nezîre Hemîd Mihemed û hevjînê wê Ahad Seydo revandin û birin cihekî nediyar. Di heman demê de çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku heman koma paramîlîter, li gundê Hêkêçe yê navçeya Şiyê ya Efrînê jî welatiyê bi navê Hisên Dilo (29) revandin.    Li gorî çavkaniyên herêmê, çendek binpêkirinên din ên komên paramîlîter kirin wiha ne:    * Koma paramîlîter a bi navê “El Hemzat” li gundê Kefir Mizê ya navçeya Şerayê bi sedan birîn.    * Koma paramîlîter a bi navê “Sûltan Mûrad” li gundê Dêrsewan a navçeya Şerayê 2 hezar dolar pere ji malbata Horo Hesen Hiso xwest ku mala wan radest bikin.   * Koma paramîlîter a bi navê “Ehrar El Şerqiye” li Efrînê nivîsgehên bazirganiya mal û milkan vekiriye û malên koçberan bi di navbera 2-4 hezar dolaran de difiroşin û dikanan jî bi bedela hezar dolaran didin kirê.