Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn 2023-09-27 11:36:58   RIHA - Hunermend Kadîr Çat ji ber gotina strana “Kemal Pîr” li Rihayê hatibû binçavkirin. Derheqê Çat de biryara neşopandinê hate dayîn.    Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê di 7’ê îlonê di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” de konserek li dar xist. Hunermend Kadîr Çat jî di konserê de stranên xwe pêşkeş kir û piştre hate binçavkirin. Ji ber strana “Kemal Pîr”, hunermend Çat bi îdiaya “Paropagandaya rêxistinê” îfade da û di heman rojê de hate berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da. Biryar ji parêzerê Çat re hate teblîxkirin û hat destnîşankirin ku hêmayên sûc çênebûne û bi qasî tê xwestin delîl çênebûne ku doza cemaweriyê were vekirin.    Çat jî biryar li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir û wiha got: “Di 7’ê îlonê di konsera Rihayê de ji ber strana Kemal Pîr bi awayekî keyfî hatim binçavkirin. Piştî lêkolînan, Serdozgeriya Komarê ya Rihayê biryar da ku hewcehî bi şopandinê nîne. (anku sûc nîne.)”