Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir 2023-09-27 14:51:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir. Di encama êrişê de jinek bi giranî birîndar bû.    Artêşa dewleta tirk bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî gundê Bokrîskan ê li Binarê Qendîlê yê Herêma Federe ya Kurdistanê kir. Li gorî nûçeyan Rojnewsê; di encama êrişê de jineke 50 salî bi giranî birîndar bû.    Hevşaredarê Binarê Qendîlê Serwîn Celal têkildarî êrişê axivî û wiha got: “SÎHA’yê dewleta tirk du caran li pey hev gundê Bokrîskanê bombebaran kir. Di êrişê de welatiyeka jin bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Her wiha ji ber bombebaranê xesarên madî çêbûn.”