Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin 2023-09-27 15:01:13 ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê ragihand ku ji bo 15 rojan 14 herêm weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin.    Walîtiya Şirnexê ragihand ku 14 herêmên di nav sînorên navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê de dimînin ji bo 15 rojan weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatine îlankirin.    Walîtiyê aşkere kir ku herêmên li Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Girê Karaçali, Kela Memê, Newala Serîn, Girê 2088 Rk. Kuçuk Sû Y., Çiyayên Kato Marûnis û Kato Jîrka, Dulê û Tenînê, di navbera 28 îlonê û 12’ê cotmehê de weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin.