Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin 2023-09-27 20:23:38   ŞIRNEX – Cenazeyê Mazlûm Akman ê li Gabarê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da, piştî 10 mehan radestî malabata wî hat kirin.    Cenazeyê Mazlûm Akman (Fedekar Hêlîn) ku di 2'yê Kanûna 2022'yan de li herêma Gabarê ya Şirnexê tevî 3 hevalên xwe yên HPG'î di bombeberanê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 10 mehan radestî malbata wî hat kirin. Çendî malbatê ji bo DNA'yê xwîn dabû jî, cenaze bêyî haya malbatê jê çêbibe li Goristana BÊkesan hatibû definkirin.    Piştî encama DNA'yê eşkere bû, malbar ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê hat Şirnexê. Piştî kar û barên li dozgeriyê, malbatê cenaze ji goristanê derxist û ber bi gundê Barmanê yê Stewrê ve bi rê ket.   Her wiha cenazeyê Behiye Koçer (Silav Koçer) ji aliyê malbata wê ve hatibû wergirtin. Cenazeyê Yakûp Demîr (Egîd Nîzîp) jî hê li Goristana Bêkesan e.