Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin 2023-09-27 20:46:00       MÊRSÎN- Li Mêrsînê îro danê sibehê di avaêtina ser malan de 12 kes hatibûn binçavkirin. Serokê Komeleya Colemêrgiyan a Mêrsînê Îsa Kûrt jî di nav de 10 kes hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de îro danê sibehê di avêtina ser malan de Serokê Komeleya Colemêrgiyan a Mêrsînê Îsa Kûrt jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin. Piştî îfadeya li Midrûiyeta Polîsan a Mêrsînê her 12 kes sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin.   Her 12 kesên li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Mêrsînê 2 kesan bi şertê kontrolkirina edlî berdan û 10 kes jî bi heman îdiayê girtin.