Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan 2023-09-28 10:46:13   ŞIRNEX - Li gundê Bana ku zêdeyî 2 meh in di bin dorpêçê de ye, vê serê sibehê leşkeran avêt ser malan.   Gundê Bana yê bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve zêdeyî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye. Gundê ku ketin û derketina wê qedexe ye, di bin zext û gefa leşkeriyê de ye. Şeniyên gund ê ku 15 roj in nikarin biçin nav bax û baxçeyên xwe av bidin, ji her tiştên xwe bêpar mane. Vê serê sibehê dîsa leşkeran avêt ser malan. Leşkeran di malan de bi seatan lêgerîn kirin. Gundiyên ku bi rojane bi van sepanan re rû bir û dimînin, banga hestiyariyê dikin. Gundiyan ragihand ku leşker ji gund derneketine û dorpêçkirina wan didome.    Her wiha sedema serdegirtina malan nehat zanîn.