Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan 2023-09-28 14:02:26 STENBOL - Girtiyê nexweş Ulaş Denîz ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Kandira ya Kocaeliyê dihat ragirtin, piştî astengkirina 6 mehan hate tehliyekirin.    Girtiyê nexweş Ulaş Denîz li Girtîgeha Hejmar 1 a Kandira ya Kocaeliyê dihat ragirtin. Diviyabû di 28’ê adarê de bihata berdan lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK) bi hinceta ku “poşmantî” qebûl nekiriye, tehliyeya Denîz 6 mehan taloq kiribû. Denîz, piştî astengkirina 6 mehan hate berdan. Denîz, ji hêla xizmên xwe û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî Denîz tevî malbata xwe ber bi mala xwe ya li Sultanbeylî ya Stenbolê ve kete rê.    ÇI BÛBÛ?   Ulaş Denîz, di sala 2011’an di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibû binçavkirin û bi îdiaya “madeyên teqemeniyê li cem bûn” hate darizandin û 12 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Di vê pêvajoyê de Denîz li girtîgehên Edîrne, Tekîrdag û Kocaeliyê ma.