‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’ 2023-09-29 09:01:49   RIHA - Îbrahîm Çoban, birayê Kubra Çoban a 14 salî ku di pîrozbahiya alîgirên AKP'ê de birînda bû û piştî 4 mehên tedawiya li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bertek nîşan da û got ku heke tedbîr bihatina girtin wê wisa nebûna.      Kubra Çoban (14) a di pîrozbahiya ji bo Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ku jinûve hate hilbijartin de li Rihayê hatin lidarxistin, gule bi serê wê ket û bi giranî birîndar bûbû. Çoban a di pîrozbahiyên şeva 28’ê gulanê de li Taxa Eyyupnebî ya girêdayî navçeya Eyyubiyeya Rihayê hat lidarxistin de birîndar bûbû, 4 meh li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê tedawî dît û 3 caran emeliyat bû. Çoban piştî 4 mehên tedawiyê di 25'ê îlonê de jiyana xwe ji dest da.   Birayê Kubra Çoban, Îbrahîm Çoban (42) bertek nîşanî bûyerê da û got ku yek jî sedemê bûyerên bi vî rengî polîtikayên bê cezahiştinê ne.    'ÇIMA DI DESTÊ GELEK KESAN DE ÇEK HENE?'   Çoban anî ziman ku di lêpirsîna ku der barê bûyerê de hatiye destpêkirin de hê tu pêşketin çênebûye û got: “Heta niha tu kes nehatiye binçavkirin. Ji ber ku em li nexweşxaneyê bûn, me nikarîbû bi lêpirsînê re mijûl bibin. Lê ji niha û pê de em ê lêpirsîne bişopînin.” Çoban bi lêv kir ku gelek kes xwedî çekên bê ruxset in û wiha got: “Çima ewqas mirov xwedî çek in? Heke ruxsata çekan hebûna di lêkolîna balîstîk de wê diyar bibe ku ew aîdê kê ye. Tê xuyakirin ku di destê gelek kesan de çekên bê ruxsat hene."    'HEKE TEDBÎR BIGIRTINA WIHA NEDIBÛ'   Çoban diyar kir ku di êvara hilbijartinê de li gelek cihan bûyerên bi vî rengî pêk hatin û got ku ev bûyer ji ber polîtîkayên bêcezakirinê pêk hatine. Çoban wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê dewlet jî tedbîran bigire. Ji ber vê yekê diviyabû wan destûr neda şahiyeke wiha. Ger tedbîr bihatana girtin belkî ev yek pêk nehata. Divê dewlet ji bo vê yekê ceza bide. Bi vî awayî tedbîr dikarin bên girtin. Polîtîkayên bêcezakirinê bêtir mirovan teşwîq dike ku çekên bê ruxset bikar bînin. Ji bo pêşî li van bûyeran bê girtin divê cezayên giran bên dayîn. Ev yek hat serê me lê bila neyê serê kesên din û zirarê nebînin. Divê dewlet ji bo vê yekê tedbîran bigire.”    ‘DIVÊ MIROV BALDAR BIN’   Çoban anî ziman ku ji bo bûyerên bi vî rengî çênebin divê gel bi hestiyar be û got ya ku ew fêm nake çima li taxan guleyan direşînin û divê mirov hestiyartir bin da ku bûyerên wiha rû nedin.   Di heman pîrozbahiyan de li Rihayê gule li 5 kesan ketibû û Emîrhan Gergîl ê 14 salî di 1’ê hezîranê de li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest dabû.    MA / Mahmut Altintaş