Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na? 2023-09-29 09:02:37 EDENE - Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'a Mêrsînê ku çûn Girtîgeha Aksarayê ya Tîpa T'yê, ragihandin ku dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin, berdana girtiyan bi zextên dozger û derûnasê girtîgehê bi pirsên wekî "Gava tu ji girtîgehê derkevî tu yê daxilî nava siyaetê bibî yan biçî çiyê? Fikra te ya der barê Abdullah Ocalan de çi ye?" tê astengkirin.    Endamên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê parêzer Ozgur Çaglar û Firat Baykara duh serdana Girtîgeha Aksarayê ya Tîpa T'yê kirin û hevdîtin bi girtiyan re kirin. Parêzer ku li ser serlêdana malbatan li girtîgehê serdana girtî Metîn Gelnî, Ridvan Er, Saît Gurkan, Ahmet Goksû û Mervan Sûngûr kirin, binpêkirinên ku girtî pê re rû bi rû mane, wekî raporekê amade kirin.    Di raporê de hat diyarkirin ku girtiyên di şert û mercên tecrîdê de ne, hefteyê carekê beşdarî xebatên werzîşê dibin û hat gotin ku ji xeynî vê tu çalakiyeke civakî û çandî tune ye. Di raporê de pêkanînên li girtîgehê wiha hatin ragihandin: "Girtiyan got ku xwarin hindik tê dayîn, rojname nayên dayîn, cureyên xwarinê kêm in, dema hevdîtina vekirî 30 deqe ye, ehevdîtina bi telefonê jî 10 deqe ye, ava germ tenê rojê nîv saetî tê dayîn û ya gelek odeyan jî nayê berdan, ji bo 19 kesan rojê tenê 30 saet ava germ tê berdan, di dema sewqkirina nexweşxaneyê û yên din de rastî lêgerîna derxistina pêlavan û lêgerîna li hundirê dev û muameleyên xirab tên, 3-4 mehan carekê wan dibin revîrê."    BERDANA 3 GIRTIYAN HAT ASTENGKIRIN   Di raporê de hat ragihandin ku ji girtiyan Temel Yeşîlbaş, Îbrahîm Al û Saît Gurkan rastî pirsên Lijneya Îdare û Çavdêriyê yên wekî "Gava tu ji girtîgehê derkevî tu yê daxilî nava siyaetê bibî yan biçî çiyê? Fikra te ya der barê Abdullah Ocalan de çi ye?" hatine û berdana wan hatiye astengkirin.    ZEXTÊN DERÛNASÊ GIRTÎGEHÊ   Di berdewama raporê de ev tişt hatine destnîşankirin: "Derûnas, li derveyî etîka pîşeyê hereket dike û pirsên wekî 'Dewleta me 40 sal in li dij terorê têdikoşe, ev têkoşîneke serketî ye yan na? Ger ji çiyê terorîstek were û çalakiyekê li dar bixe, hûn ê alîkariyê bikin an jî giliyê wî/ê bikin? Hûn der barê Eren Bulbul de çi difikirin?' dipirsin û li gor bersivan helwesta xwe ya ji bo neberdana girtiyan ji Lijneya Îdare û Çavdêriyê re dibêje. Dozgerê girtîgehê jî bi eşkere gotiye 'Heya hûn nebêjin PKK rêxistina terorê ye hûn ê neyên berdan' û girtiyan jî xala azadiya fikr û ramanê ya di Destûra Bingehîn de bi bîra wî xistiye, lê dozger gotiye 'Ev çîrok in' û li dijî hiqûqê tevgeriyaye."    DERMANKIRINA WAN TÊ ASTENGKIRIN   Di raporê de li ser girtiyên nexweş jî hatiye sekinandin. Hatiye diyarkirin ku girtiyê nexweş Metîn Gelnî nexweşînên dil, fitiq û sînuzîtê pê re hene û li ser mejiyê wî plakek çêbûye û diêşe, lê belê hewl dide bi dermanan êşa xwe kêm bike û girtiyê nexweş Saît Gurkan ê nexweşîna dil pê re heye jî qalpaxa dilê wî qels e û Hasîp Avşar jî nexweşînên roviyan û mîdeyê pê re hene. Girtiyan di raporê de diyar kiriye mehê carekê an wan dibin revîrê yan na û sewqa wan a ji bo nexweşxaneyan jî bi mehan didome.