Li Şirnexê ji bo ‘dengên tên veguhestin’ daxuyanî: Desthilat dixwaze encama hilbijartinê biguherîne 2023-09-29 15:35:40   ŞIRNEX - Şandeya Partiya Çepên Kesk diyar kir ku desthilat dixwaze li Şirnex û navçeyên wê dengan veguhêze û encamên hilbijartinê biguherîne.    Li Şirnex û navçeyên wê beriya hilbijartinên herêmî yên Adara 2024’an dîsa hewldana veguhestina dengan di rojevê de ye. Hate zanîn ku li cerdevanên ku li gundên Qilebanê dijîn zext hatiye kirin ku dengên xwe veguhêzin navenda navçeyê. Şandeya ku parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez di nav de li navçeyê lêkolîn kirin. Şandeyê pişt re li avahiya Rêxistina HDP’a Navçeyê daxuyanî da.    ENDAMÊN PARTIYÊ HIŞYAR KIRIN    Hevserokê HDP’a Qilebanê Abdullah Gun da zanîn ku bihîstîne dê beriya hilbijartinên herêmî ji hin gundan dengan veguhêzin navenda navçeyê û wiha got: “Divê gelê me van lîstikan pûç bike. Ev xespa vînê ye.”    Parlamenter Îrmez jî bi bîr xist ku AKP’ê û MHP’ê di hilbijartina herêmî ya sala 2019’an jî li gelek navçe û bajarokan mudaxileyÎ hilbijartinê kir û wiha got: “Niha jî agahî tên ku dê ji bo hilbijartinên herêmî yên sala 2024’an deng bên veguhestin. Desthilat û hêzên ewlehiyê dixwazin ji gundan dengan veguhêzin bajarok, navçe û navenda bajêr û hewl didin encamên hilbijartinê biguherînin. Ev xespa vîna gel e. Divê gelê me yê Şirnexê, Elkê û Qilebanê di vî warî de hişyar bin. Divê li dijî van lîstikên qirêj xwedî li vîna xwe derkevin.”   Welatiyên ku piştî axaftinan, axivîn jî bal kişandin ku li dijî van hewldanan divê hişyarî bên kirin û gel bê agahdarkirin.