Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan 2023-09-29 18:41:51   DERSIM - Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt a li Dersimê hat binçavkirin hat berdan.   Li Dersimê xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt, gava li Taxa Mogoltayê rojanme belav dikirin polîsan ew binçav kiribûn û dest dnaîbûn ser rojnameyan. Li midûriyeta polîsan li Bozkûrtê hat ferzkirin li ser rojnameyê îfadeyê bide. Bozkûrt ku li midûriyeta polîsan îfadeyê red kir, piştî kontrolkirina li nexweşxaneyê hat berdan. Parlementera Partiya Çepên Kesk a Dersimê, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şacxa Dersimê Gonul Sonbahar û hevpîşeyên Bozkûrtê ew pêşwazî kirin.   Hat hînkirin ku dê Bozkûrt roja duşemê li dozgeriyê îfadeyê bide.