Li Dihokê 25 donim zevî şewitî 2023-09-29 20:48:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Sikêrê yê navçeya Amêdiyê, di encama bombebarana artêşa tirk de 25 donim zeviyên gundiyan şewitîn.   Li gundê Sikêrê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê ji ber bombebarana artêşa tirk îro agir bi zeviyên gelek cotkaran ket. Şewat ji aliyê gundiyan û tîmên parastina sivîl ve hat kontrolkirin.   Li gorî nûçeya Rojnewsê çavkaniyên herêmê diyar kirin ku ji ber bombebaranê nêzî 25 donim zeviyên cotkaran ên gundê Sikêrê şewitîne û şewat ji aliyê gundiyan ve hatiye kontrolkirin. Şewata ku li qadeke bilind derket ji aliyê tîmên agirkuj ve hat vemirandin.   Hat zanîn ku bombebarana artêşa tirk li ser gundên derdora Amêdiyê didomin. Du roj berê dewleta tirk gundê Bokrîskanî yê Binarê Qendîlê bombe kiribû û di encamê de jineke 50 salî hatibû qetilkirin.