Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin 2023-09-29 20:50:55   NAVENDA NÛÇEYAN- Leşkerên dewleta tirk ciwanekî ku hewl da biçe Bakurê Kurdistanê, qetil kirin.   Li nêzî gundê Aliyê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê kesê bi navê Mesûd Naso duh derengê şevê dema ku dixwest biçe Bakurê Kurdistanê, leşkerên dewleta tirk ew li ser sînor girtin. Naso ji ber îşkenceya leşkeran jiyana xwe ji dest da.   Leşkeran cenazeyê Mesûd Naso yê ji xelkê Serêkaniyê ye, avêtin aliyê Rojavayê.