ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-30 09:00:19       * Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku komploya navneteweyî konsepteke kesên komplo plan kirin û birêxistin kirin e û wiha got: “Niha ji bo azadiya birêz Ocalan bingeheke hiqûqî çêbûye. Lê ji bo vê têkoşîna civakî û polîtîk girîng e.”    * Masûm Ozen ê li dijî tecrîda Îmraliyê di sala 2013’an de xwe şewitand, di nameya li pey xwe hişt de diyar kir ku heta gelê kurd negihe armanca xwe têkoşîn naraweste û wiha got: “Divê hebûna Rêber Apo were qebûlkirin û ji jiyana azad a bi Rêber Apo re amade bibin.”   * F.O, diyar kir ku ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Omrak ê ku dixwazê wî berde, bi gefan û tundiyê re rû bi rû maye û tevî ku Omrak biryara jêdûrkirinê binpê kiriye jî nehatiye cezakirin. F.O deştnîşan kir ku jiyana we di xeterê de ye û got: “Qanûn jî li aliyê mêran e.”    * Tûrnûvaya futbolê ya ku ji aliyê ciwanan ve li dijî polîtîkayên şerê taybet hatiye destpêkirin berdewam dike. Endamê Meclîsa Ciwanan ê Partiya Çepên Kesk Delîl Urek têkildarî tûrnûvayê de wiha got: “Armanc ew e ku ciwanan ji pergala qirêj dûr bikin û nehêlin ku ev qirêjiye bikeve nav civaka me.”    * Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ku li dijî zimanê mêrsalar, zayendperest û tundiyê yê di medyayê de hate avakirin dê di 7’ê cotmehê de bibe komele.    * Welatiyên Pirsûsê ku têkildarî mîhrîcana ku ji aliyê qeyûm ve wê li Pirsûsê bê lidarxistin axivîn û diyar kirin ku pêdiviya wan bi mîhrîcana qeyûm tune ye û lê hewcedariya wan bi çêkirina rê û rakirina toz û dûmana li navçeyê heye.    * Li Hezexê di lêpirsîna der barê 5 kesan de ku ji ber tevlî çalakiyên Kobanê bûne hat destpêkirin, bi hinceta "bi şîroveyan hukum nayê dayîn" biryara neşopandinê hat dayîn.    * Girtiyên ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş çalakî li dar xistin, di çaçroveya lêpirsîna dîsîplînê de îfade dan.    * Dadgeriya Înfazê ya 2'Yan a Enqereyê, daxwaza girtiyan a ji bo destiyê paspasê û xirtûma avê, bi hinceta "ewlehiyê" red kir.    * Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan, diyar kir ku dê di kongreya şaxa xwe de li dijî polîtîkayên asîmlasyonê û êrişên li hemberî elewiyan, xeteke têkoşînê ya nû diyar bikin.    * Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" de li her taxê xeta têkoşîna ava bikin û got ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixebitin.    * MED TUHAD-FED 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî dê li Demîr Otelê li dar bixe. (10.00)   * Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û hêzên demokrasiyê yên li Stenbolê dê têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDΠ   * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed û Êlihê dê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin" bidomînin. (11.00-12.00)   * 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dê di roja 4’emîn de berdewam bike. (11.00-19.00)   * Berdevka Komîsyona Amadekariya Kongreyê ya Partiya Çepên Kesk Ebrû Gunay, têkildarî xebatên kongreya ku dê di 15’ê cotmehê de were lidarxistin daxuyaniyê bide. (12.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 966’emîn de çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê ji bo piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê dê li gelek bajaran daxuyaniyan bidin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê çalakiya 601’emîn “Rûniştina F” li dar bixe. (13.30)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 473’emîn de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)