Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin 2023-09-30 09:04:14   ÎZMÎR - Masûm Ozen ê li dijî tecrîda Îmraliyê di sala 2013’an de xwe şewitand, di nameya li pey xwe hişt de diyar kir ku heta gelê kurd negihe armanca xwe têkoşîn naraweste û wiha got: “Divê hebûna Rêber Apo were qebûlkirin û ji jiyana azad a bi Rêber Apo re amade bibin.”   Gotina dawî ya Masûm Ozen ê li ser nûçeya “Ocalan jehrî bû” nêzÎ Bîrdariya Aştiyê xwe şewitand bû “Bijî Serok Apo”. Di nameya ku nivîsandî de wiha got: “Dîrok êdî ketiye nava germekê de, ji ber vê yekê ye ku êdî dengê bindestan pêl bi pêl mezin dibe û rûyên destanî ku guherîne û veguherîne yek bi yek derdikevin holê. Divê hebûna Rêber were qebûlkirin û ji jiyana azad a bi Rêber Apo re amade bibin.”   Komploya navneteweyî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke “Destpêka Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” pênase kir, cara ewil di 6’ê gulana 1996’an de bi plana tunekirinê ya bi tevlibûna hêzên navneteweyî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ket meriyetê. Piştî ku sûîqesta bombeyî ya nêzî maleke li Sûriyeyê ku Abdullah Ocalan lê bû bêencam ma, vê carê planên tasfiyeyê xistin meriyetê. Abdullah Ocalan ê bi zextên hukumeta Şamê ya li dijî zextan serî tewand, di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket, ji Moskovayê heta Romayê ji Atînayê heta Naîrobiyê hate çarmixkirin. Abdullah Ocalan ê planên tasfiye û îmhayê vala derxistin, di 15’ê Sibata 1999’an anîn Tirkiyeya ku cezayê darvekirinê lê hatibû birîn û xistin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê.    Kurdên li dijî komploya navnetewî rabûn ser piyan bi çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” li dora Abdullah Ocalan ji agir bûn xelek. Girtiyê bi navê Mehmet Halît Oral di şeva 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî komployê li Girtîgeha Mereşê agir berda bedena xwe û çalakî da destpêkirin. Ev çalakiyên li dijî komployê ji girtîgehan belavî Kurdistanê, ji Tirkiyeyê belavî hemû cîhanê bûn pişt re li dijî pergala tecrîdê ya Îmraliyê hate kûrkirin.    Masûm Ozen ê tecrîda Îmraliyê şermezar kir jî di 28’ê kanûna 2013’an de nêzî Bîrdariya Aştiyê ya li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê xwe şewitand. Ozen ê di 15’ê tebaxa 1992’yan de li gundê Dengiza yê navçeya Stewrê yê Mêrdînê hate dinê, dema zarokatiya xwe de bi zexta dewletê re rûbirû ma. Malbata Ozen ji ber zextên dewletê koçî navenda Mêrdînê kirin. Zarokê malbata Ozen, Halît Ozen ê li dijî komploya navnetewî ya li dijî Abdullah Ocalan di sala 1999’an de tev li PKK’ê bû, di sala 2004’an de di şerekî li Çiyayê Cûdî de jiyana xwe ji dest da. Malbata wî jî ji ber sedemên aboriyê di sala 2002’yan de koçî navçeya Bayrakli ya Îzmîrê hate kirin. Piştî malbat hate Îzmîrê zarokeke wan a din Şukran Ozen di sala 2007’an de tev li PKK’ê bû. Şukran Ozen a li ser êrişên DAIŞ’ê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, di şerekî sala 2017’an derket de jiyana xwe ji dest da.    Piştî çalakiya Masûm Ozen, girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê dihatin ragirtin nameyeke ozen û bîranînên wî di pirtûka bi navê “Mirin jî jiyan jî bi rûmet e” de kom kirin.   NAMEYA MASÛM OZER A DAWΠ   Nameya dawî ya ku Ozen piştî çalakiya xwe li pişt xwe hişt û di pirtûkê de cih digire wiha ye: “Ya ku mirov dike û çima dijî, bêguman aliyên ku bersiv jêre bên dîtinin. Beriya hezaran salan berê jî mirov bi van pirsan re rû bi rû maye. Bi qismî be jî ji van pirsên di mejiyê mirovan de cih digirtin bersiv hate dîtin. Ji ber wê ye ku kesên li dijî hişmendiya destpot serî rakirine û kevneşopiya serhildanê hatiye afirandin. Ev kevneşopî tenê bi cihekî bisînor nemaye, ji rewşa bûyerbûne derketiye û li cîhanê weke meşaleyê agir pê ketiye. Dîrok êdî ketiye nava germekê de, ji ber vê yekê ye ku êdî dengê bindestan pêl bi pêl mezin dibe û rûyên destanî ku guherîne û veguherîne yek bi yek derdikevin holê.   HEDEFA GIHIŞTINA ARMANCÊ    Li cîhaneke ku mirin û komkujî ji rêzê bûne, yekane gotina mirovan dibe azadî. Kevneşopiya jiyaneke azad dibe. Mirina di vê oxirê de jî hedefa gihiştina armancê ye. Divê nêçîrvanên modernîteya kapîtalîst ji bîr nekin ku; dikarin her serokên li ser vê axê dijîn bi awayekî fîzîkî bikujin lê qet ji holê ranabin. Gelek rêber, pêxember û zanyarên di dîrokê de ji vê re mînak in. Lê dengê azadiyê yê pişt re bilind bûyî tu caran ji holê nehatiye rakirin. Ji vî alî ve, li axa Kurdistanê ku em lê ji dayik bûn û mezin bûn, ev mînak rastiyeke zêde û berbiçav e. Lê divê neyê jibîrkirin ; Li van xakan serhildan û daxwaza azadiyê û statuya jiyanê nehatiye terikandin.   AVAKIRINA PÊŞEROJEKE AZAD   Gelê kurd ê gelek caran di nava xiyanet, komkujî û talanê de derbas bû, yekemcar nêzî jiyaneke azad ku evqas zêde dixwaze bûye. Tevgera PKK’ê ku ji dayikbûna wê di destpêka salên 1970’ê de dest pê kir û belavî hemû parçeyên Kurdistanê bû û di avakirina Kurdistaneke mezin de bi biryar e û Rêberê wê birêz Abdullah Ocalan ji bo avakirina pêşerojeke azad gav bi gav û bi biryarî didomin. Avhewayeke ku ji aliyê dîrokê ve hatiye afirandin, bersivên li ser pirsa bê ka di roja me ya îro de çawa tê jiyîn û ev pêvajo bi bersiv û pratîkên ku dane pirsa bê ka di roja me ya îro de wê çawa bijî, zîhniyeta TC û Modernîteya Kapîtalîst îro ber bi mirinekê ve biriye. TC’yê û Modernîteya Kapîtalîst bi ragirtina Rêber Apo ya bi komployeke navnetewî ya li Girava Îmraliyê, nekariye pêşiyê li Tevgera PKK’ê û gelê kurd ê bingeha şoreşê daniye bigire. Ji ber vê yekê hikumeta TC û Modernîteya Kapîtalîst ji bo hişmendiya wan bi temamî ji holê rake ketiye nava hewldanên mezin. Di asta em hatinê de ya tê dîtin ew e ku hikumeta TC’yê bi komkujiyan tişta dixwest bidestnexistiye.    BERXWEDAN WÊ BIGIHE ARMANCA XWE    Li dijî israra gelê kurd a avakirina jiyana azad nekariye li ber xwe bide û neçar maye ku biçe ber lingê Rêber Apo. Lê tevî agirbesteke 10 mehan jî hikumeta TC’yê û alîgirên wê daxwazên gelê kurd û Rêber Apo bi cih neanîn. Weke ku ev tê re nekirin dest bi girtin û qetilkirina gelê kurd kir. Hikumeta TC’yê bi erênî nêzî pêvajoyê nebûye û li dijî çareseriyê dijminatiya xwe nîşan daye. Armanca Rêberê Apo ya di jiyanê de û berxwedana wî ya azadiyê, belavî derveyî axa Kurdistanê bûye û bandor li berxwedana gelên bindest kiriye. Divê hişmendiya Modernîteya Kapîtalîst ji bîr neke ku PKK û gelê kurd ê bi ruhê berxwedan û serhildanê dest bi têkoşînê kir, heta ku negihe armanca xwe nasekine. Divê TC wisa bizane û wisa fêm bike. Divê hebûna Rêber Apo were qebûlkirin û ji jiyana azad a bi Rêber Apo re amade bibin.   EM DEYNDARÊ RÊBER APO NE   Em her dem deyndarê Serok Apo ne ku deriyê jiyana azad vekiriye. Bi berxwedana Mazluman, Kemalan dest pê kir bi hezaran zarokên kurd tev li vê berxwedanê bûne. Evîna Zîlanan û Bêrîtanan a ji bo jiyana azad, tevlîkirina Nûdayan, Rojînan, Gulanan di hişê dijmin de teqîneke mezin afirandiye. Jiyana bi çiyayan re bûye yek, êdî tu astengiyan qebûl nake. Her ferdekî kurd, li çiyayan jî li zindanan jî zaniye berxwedanê bidomîne û baweriya xwe ya ji azadiyê re winda nekiriye. Çalakiya ku Musluman, Mûstafayan û Evrîman kiriye, bi xeta pîroz a çalakiyê û berpirsyariyeke giran li pêş min disekine. Di vê rêya wan daye destpêkirin de ez spasiyên xwe yên bêdawî pêşkeşî, Tevgera PKK’ê, gelê kurd ê birûmet, şehîdên Kurdistanê û Serok Apo ku navenda giştî ya vê yekê ye dikim ku di kevneşopiya berxwedanê û daxwaza jiyaneke azad de xwedî pareke mezin in.    Ji nava jiyaneke evqas qirêj de baweriya min ku felsefeya Rêber Apo ku deriyê jiyaneke azad ji me re vekir û berxwedan daye destpêkirin dê serbikeve, bi silav û rêzên şoreşgerî…”   ‘GELEK JI ABDULLAH OCALAN HEZ DIKIR’    Bavê Ozen, ê li dijî tecrîda li Îmraliyê xwe şewitand, Bûrhan Ozen (71) qala kurê xwe û çalakiya li dar xistî kir. Bav Ozen da zanîn ku roja kurê wî çalakî li dar xist, bîdonê benzînê wergirt û danî dikanekê pişt re hatiye malê, bi hev re xwarin xwarine û pişt re bi gotina “Karê min heye divê ez biçim” ji malê derketiye. Bav Ozen axaftina xwe wiha domand: “Rojekê pişt re polîs hatin pirsa Masûm kirin. Me jî got ‘Em jî nizanin li ku ye’. Pişt re polîsan gotin ‘Me cenazeyek wergirt werin lê binêrin dibe ku zarokê we be’. Kekê wî çû, piştî teşhîs kiriye me fêm kir ku Masûm e. Pişt re li pey xwe nameyek hişt lê polîsan wergirtin û nedan me. Ez çûm dozgeriyê, miduriyeta polîsan lê nedan me. Kurê min gelek ji Ocalan hez dikir. Dema behsa Ocalan dihate kirin xemgîn dibû. Bekçiyekî ku dema xwe şewitand li wir bû got ‘xwe şewitand lê çawa çêbû me nedît.’ Wî bekçiyi agahî neda me. Lê ji hin kesan re gotiye dema xwe şewitand gotiye ‘Bi gotina Bijî Serok Apo qîr kir’. Pişt re hevalên kurê min ên di girtîgehê de pirtûkeke ku qala wî dike nivîsandin.”   MA / Delal Akyuz