Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan 2023-09-30 09:06:01   ENQERE - Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Enqereyê, daxwaza girtiyan a ji bo destikê paspasê û xortima avê, bi hinceta "ewlehiyê" red kir.    Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, girtî rojnamevan Dîcle Muftuoglû û Nûriye Adet, ji ber ku nexweş in, ji bo paqijiyê doza destiyeke dirêj a paspasê û xortima avê kirin. Lê belê îdareya girtîgehê daxwaza wan qebûl nekir. Ji ber vê Muftuoglû û Adet, serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Rojavayê Enqereyê dan.    Dadgeriyê bersiva serlêdana Muftuoglû û Adetê da. Dadgeriyê di îfadeya xwe de diyar kir ku li gor Rêziknameya der barê amûrên li girtîgehan de xaleke ku dê xortim bê dayîn tune ye û xortima hatiye xwestin jî ji bo paqijiya hewadariyê hewce nake û dibe ku ji bo "firarkirinê" hatibe xwestin. Dadgeriyê bi hinceta "ewlehiyê" serlêdana her du girtiyan red kir.    Her wiha dadgeriyê bêyî ku rapora tenduristiyê ya girtiyan bixwaze, ji bo destiyê paspasê jî diyar kir ku divê ji 75 santîman nedirêjtir be û ev daxwaza girtiyan jî red kir.    Girtî ji ber vê biryarê serî li Dadgeha Ceza ya Giran a 1'ê ya Rojavayê Enqereyê dan.