Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’ 2023-09-30 11:21:27   ŞIRNEX - Dadgehê cezayê bersûc Hakan Alkan kû bû sedema mirina Mehmet Ûytûn ê 18 mehî kêm kir û tenê 3 sal û 4 meh cezayê hepsê lê birî. Dadgehê ji sedema kêmkirina ceza re ‘pengizîna kapsulê’ nîşan da.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 9’ê cotemha 2009’an de Mehmet Ûytûn ê 18 mehî dema ku di hembêza dayika xwe de bû, bi bobeya gazî ya leşkeran ku li serê wî ket, jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî bûyerê der barê leşkerê çawîşê pispor Hakan Alkan de bi sûcê “bûye sedeme kuştina biqisûr” doz hat vekirin. Danişîna 4’emîn a dozê di 14’ê îlonê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê hat lidarxistin û dadgehê cezayê bersûc Hakan Alkan kêm kir û tenê 3 sal û 4 meh cezayê hepsê lê birî. Dadgehê piştî vê biryarê hinceta biryara xwe aşkere kir.    PIŞTÎ GULEYÊ PENGIZÎNA KAPSULÊ    Di dozên leşker û polîsan ên bûn sedema mirina zarokan de beriya niha hinceta “gule pengizî” dihate nîşandan. Dadgehê di hinceta biryara xwe de cih da parastineke weke vê hincetê û wiha got: “Bersûc ji bo koma kevir diavêtin belav bike bombeya gazê avêtiye û piştî ku avêtiye di encama bombeya gazê pengiziye çûye bi serê zarokê di şaneşîna mala xwe de di hembêza dayika xwe de bûye ketiye.” Dadgehê tevî diyar kir ku bersûc bi baldarî tevnegeriya ye û bêtedbîr gule avêtiye jî cezayê bersûc kêm kir.