ÎHD’ê faîlên Huseyîn Morsumbul pirsî 2023-09-30 15:29:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD'ê yên bi armanca piştevaniya Dayikên/Mirovên Şemiyê li gelek bajaran daxuyanî dan, vê hefteyê çîroka Huseyîn Morsumbul ê di 12’ê Îlona 1980’yan de li Çewligê hate binçavkirin û windakirin xwendin.   Dayikên Şemiyê bi daxwaza xizmên wan yên di bin çavan de hatine windakirin werin dîtin û faîlên wan werin darizandin her heftê roja şemiyê li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar dixin. Lê tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ketina qadê ya Dayik/Mirovên şemiyê tê astengkirin. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê astengkirina qadê bi daxuyaniyên hevpar ên çapemeniyê şermezar kirin.   ŞIRNEX    Şaxa ÎHD’a Şirnexê jî ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li navçeya Hezexê li ber avahiya Partiya Çepên Kesk daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal Aslan, Xizmên Windayan, Dayikên Aştiye, rêveberên Partiya Çepên Kesk, endamên KESK’ê  tevlî bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên windeyan û pankarta, “Bila wenda bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin.    Di vê heftiyê de jî aqûbeta Huseyin Morsûmbûl ê ku di binçavan de hatiye binçavkirin hat pirsîn.    Daxuyabî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Şirnexê Esîn Yilmaz ve hat xwendin. Yilmaz, diyar kir ku heta ku faîl hesabê nedin ew ê tekoşînan xwe ya hesab pirsînê bidomînin û got: “Di hefteya 966'an de em  ji bo Huseyîn Morsûmbûl edaletê dixwazin. Em dixwazin gumanbarên ku navên wan di dosyaya dozgeriyê de hatine nivîsandin bi edlane bên darizandin û cezakirin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê ji bo Huseyîn Morsûmbûl û windahiyên xwe tekoşina xwe ya edaletê bidomînin.”   RIHA   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê jî di hefteya 966'an a Dayikên/Mirovên Şemiyê de li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Pankarta ku li ser “Em dest ji lêgerîna windayan, Qada Galatasarayê û daxwaza me ya edaletê bernadin” dinivîsî hat daliqandin, daxuyanî ji aliyê rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Parêzer Nayîde Polat ve hat xwendin.   DÎLOK   Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê jî têkildarî çalakiya Dayikên Şemiyê li Parka Yeşîlsû daxuyaniyek da çapemeniyê. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Bila kujer bên dîtin û kiryar bên darizandin” hat vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Dîlokê Tarik Alpdogan di daxuyaniyê de aqûbeta Huseyîn Morsûmbûl ê di 18'ê îlona 1980'an de li Çewligê ji mala xwe hat revandin û 43 sal in winda ye pirsî. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Şaxên ÎHD’ê yên Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîrê jî bi daxuyaniyeke hevpar astengkirin û binçavkirina Dayikên Şemiyê şermezar kirin.