Ji bo girtiyê nexweş Emîn Çam ê 72 salî banga berdanê hat kirin 2023-09-30 15:59:01   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê li Girtîgeha Êlihê tê ragirtin û bang kir ku demildest bê berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 473’yemîn de li ber avahiya Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê çalakî li dar xist. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa T’yê tê ragirtin.    Rêvebera navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û destnîşan kir ku girtî bi gelek astengiyên tedawîkirinê re rû bi rû ne û halêhazir 500 jê rewşa wan giran hezar û 500 girtiyên nexweş li girtîgehan hee.    ÛR DI SERÊ WÎ DE DERKETIYE   Çevîrmen da zanîn ku Mehmet Emîn Çam cara ewil di sala 2013’an de hatiye girtin û piştî 10 meha di hepsê de maye hatiye berdan û paşê di encama darizandinê de 9 sal ceza lêbirîne û di 14’ê adara 2022’yan de girtine birine Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê. Çevîrmen anî ziman ku Çam 17 roj li hucreya yek kesî bi tena serê xwe hatiye hiştin û paşê jî wî di 1’ê nîsana 2022’yan de sewqî Girtîgeha Qûbîna Êlihê ya Tîpa T’yê kirine. Çevîrmen diyar kir ku li nexweşxaneyan piştî muayeneyan hatiye tespîtkirin ku ûr di mêjiyê Çam de heye û şert û mercên girtîgehê her ku diçe dibe sedema ku rewşa Çam girantir bibe.    DU CARAN EMELIYAT BÛYE   Çevîrmen da zanîn ku Çam ji ber gurcikên xwe jî nexweş e û du caran hatiye emeliyatkirin û guhên wî ker bûne û bi zorê deng diçê. Çevîrmen xwest Mehmet Emîn Çam ji ber nexweşiyên xwe demildest were berdan.