Dayik û Mirovên Şemiyê hatin berdan 2023-09-30 19:21:15   STENBOL- Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 26 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin vê hefteyê jî çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê belê polîsan nehişt û ew kelemçe kirin û binçav kirin. 26 kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Navê kesên hatin binçavkirin wiha ye: "Eren Keskin, Hanife Yıldız, Oya Ersoy, İkbal Eren, İrfan Bilgin, Mikail Kırbayır, Besna Tosun, Hasan Karakoç, Ali Ocak, Newroz Ali Tosun, Leman Yurtsever, Nazım Dikbaş, Cüneyt Yılmaz, İsmail Yücel, Şükran Diler, Türkan Acar, Ömer Kavran, Hatice Onaran, Seyit Doğan, Begali Kurnaz, Davut Arslan, Hüseyin Aygül, Doğan Özkan, Gülendam Özdemir, Cem Güncü ve Zehra Demir.”