Celalettîn Can rakirin nexweşxaneyê 2023-09-30 22:02:11   STENBOL – Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ku di Girtîgeha Sîlîvriyê d eye, rakirin nexweşxaneyê.    Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ku ji ber daxilî kampanyaya "Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar" Rojnameya Ozgur Gundemê (bi KHK'ê hat girtin) bûbû, bi îdiaya propagandaya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Can, ji ber vê di 31'ê Tebaxê de hatibû girtin.   Can ku di Girtîgeha Sîlîvriyê de ye, nerihet bû û ji ber vê ew rakirin nexweşxaneyê. Xizmên Can diyar kirin ku li nexweşxaneyê serûmek li Can hatiye xistin û paşê car din ew birine girtîgehê û gotin ku nikarin xwe bigihînin rêveberiya girtîgehê.