Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê 2023-10-01 18:47:05   AMED - Di hefteya 6'emîn a Koma Sor a Lîga 2'yemîn de Amedspor û Ûşakspor hatin miqabilî hev û Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê.    Têkoşîna tîmên sporê yên di Koma Sor a Lîga 2'yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê berdewam dike. Di hefteya 6'emîn a lîgê de Amedspor û Ûşaksporê li stada Ûşakê hatin miqabilî hev. Amedspor di beşa ewil a maçê de bi gola Berk Îsmaîl û Tamer Gumuş 2 gol avêtin Ûşaksporê.    Amedsporê di beşa duyemîn a maçê de dest ji têkoşîna xwe berneda û di vê beşê de jî bi gola Dijlan Aydin û Serkan Odabaşoglû 2 gol avêtin Ûşaksporê. Maç bi 4-0 biencam bû û Amedspor bi 3 puanan vegeriya.    Amedsporê puanê xwe derxist 16'an û hefteya bê jî wê Amedspor li stada xwe li gel Derîncesporê bilîze.