Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin 2023-10-01 23:16:47         ÊLIH - Alîgirên Elazigsporê li Xarpêtê êrişî alîgir û lîstikvanên Batman Petrolsporê kirin.    Batman Petrolspor îro li deplasmana Elazigsporê bû. Piştî maçê alîgirên Elazigsporê êrişî otobusa tîma Batman Petrolsporê kirin. Di kêliya ku maç dewam dikir de êrişên li dijî lîstikvanên Batman Petrolsporê û alîgirên wan dest pê kir û piştî maç bi 0-0 qediya jî êrişan berdewam kir. Piştî maçê alîgirên Elazigsporê bi kevir, amûrên birînê û serikê mislixê êrişî otobusa Batman Petrolsporê kirin.    Her çiqas polîs li wir hebûn jî dengê xwe ji êrişkaran re nekirin û lîstikvan bi êrişê re rûbirû man. Piştî maçê lîstikvan bi obotusa ku camên wê hatibûn şikestin derbasî Êlihê bûn.