Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin 2023-10-02 09:12:30   STENBOL - Di serdegirtinên malan ên li Stenbol û Kirklareliyê de rêveberên HDK’ê û HDP’ê di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de li Stenbol û Kirklareliyê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl ên civakî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Kesên sedemê binçavkirina wan nehatin zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Hate diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    HERÎ KÊM 20 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: Endamê Meclisa Giştî yê HDK’ê Ûmût Ezber, endamê Meclisa HDP’ê Cengîz Topbaşli, Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Subaşi, Hevseroka HDP’a Pendîkê Oya Aytekîn, rêveberên HDP’a Stenbolê Çetîn Aslanboga û Mesût Firat, rêveberê HDP’a Ataşehîrê Halîl Aksû, Hevserokên HDP’a Bakirkoyê Gonca Yangoz û Mehmet Akçîçek û Bulent Yildirim, Zaynel Azadî, Fikriye Sarigol, Bûrcû Demîr, Fethiye Kizmaz, Behiye Demîr, Huseyîn Avras, Baran Sumbul, Oktay Okşal û Behiye Dûman.    WEZARETÊ DAXUYANÎ DA   Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya di daxuyaniya têkildarî binçavkirinan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal kir de aşker kir ku bi ser 26 navnîşanan de hatiye girtin. Yerlîkaya, îdia kir ku siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ên civakî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê hatine binçavkirin” û ew hedef nîşan dan.