Li Mêrdînê ciwanek hate girtin 2023-10-02 16:35:09   MÊRDÎN - Ciwanê bi navê Ozgur A. li Qoserê hate girtin.    Çendek berê li navçeya Qoser a Mêrdînê bi ser malan de hate girtin û ciwanê bi navê Ozgur A. hatibû binçavkirin. Piştî karûbarê îfadegirtinê yê li midûriyeta emniyetê, sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Ozgur A. hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.    3 CIWAN HATIBÛN GIRTIN    Ji ciwanên di 28’ê îlonê de li Qoserê hatin binçavkirin Mehmet D., Halîl T. û Kanîvar G. hatibûn girtin. Derketibû holê ku ciwan di bin çavan de hatine derbkirin, li emniyetê zext lê hatiye kirin û îfadeyên “di demên berê de hatin amadekirin” pê dane îmzekirin.