Li Qoserê jinek hat kuştin 2023-10-02 21:18:33   MÊRDÎN – Li Qoserê mêrê bi navê Omer Dûrak, hevjîna xwe Sema Dûrakê kuşt. Fail paşê hewl da xw ejî bikuje.    Li navçeya Qoser a Mêrdînê mêrê bi navê Omer Dûrak, pêşî hevjîna xwe Sema Sûrakê kuşt û paşê hewl da bi heman çekê xwe bikuje. Li gor agahiyên bi dest ketin, li Taxa Koçhîsarê Omer Dûrak bi çekê bera hevjîna xwe Sema Dûrakê da. Paşê hewl da bi heman çekê xwe jî bikuje.   PIştî cîranan haya tenduristkaran pê xist, tenduristkar hatin cihê bûyerê. Tenduristkaran Sema Dûrakê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê, lê tevî hemû mudaxileyan jî Dûrak nehat xelaskirin. Cenazeyê Sema Dûrakê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.   Omer Dûrak jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.