Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand 2023-10-03 09:03:17   ENQERE - Ozturk Turkdogan diyar kir ku li cîhanê hevtayê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tune ye û got ku vê yekê li Tirkiyeyê pergala dualî afirandiye. Turkdogan destnîşan kir ku demildest divê dest ji vê bê berdan.    Komploya navdewletî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê wekî "destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem" nirxand, ket sala 26'an. Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi mudaxileya hêzên global a li Rojhilata Navîn ji Sûriyeyê hat derxistin û piştî 130 rojan, di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji wê çaxê heya niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke girankirî û mutleq de ye.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê berê Ozturk Turkdogan, pergala tecrîdê ya Îmraliyê û bandorên wê yên li pergala hiqûqê nirxand.    Ozturk Turkdogan   XELEKA DAWÎ YA TECRÎDÊ: ŞEWITANDINA ÎNFAZAN   Turkdogan destnîşan kir ku ev pêkanîn hemû ne li derî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in. Turkdogan bilêv kir ku li cîhanê hevtayê tecrîda li ser Abdullah Ocalan tune ye û got: "Nahêlin Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Tim cezayên disiplînê dibirin. Li welêt dadgerek ranebe û nabêj e 'ev ceza kêfî ne û em dawî li vê bêhiqûqîtiyê bînin.' Ka qanûnên we hebûn? Nexwe hin tişt bi nivîsên di qanûnan de nabin. Li Tirkiyeyê pergaleke dualî tê pêkanîn. Demildest divê dest ji vê pergalê bê berdan. Divê em di vê meseleyê de hemû qanûnan bînin ber çavê xwe. Ji lew re hemû girêdayî hev in. Pêkanîna şewitandina înfazê, bûye xeleka dawî ya vê yekê."    Turkdogan anî ziman ku pêkanîna şewitandina înfazê ku wê wekî xeleka dawî ya tecrîda Îmraliyê wesifand, cotstandartiyek afirandiye û got: "Biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê niha ji bo her hikumxwarî di dewrê de ye, lê belê gava em lê mêze dikin em dibînin ku bêedaletiyeke mezin heye. Hikumxwarên edlî, mesele me bibêjin 10 sal hatibe birîn, dê 5 salan bimînin. Ewilî gava 3 sal bimana sûdê ji berdan kontrolkirî digirtin. Lê îsal ev kirin 5 sal. Li girtîgehan cih tune ye. Anku ji bo girtiyên edlî gelek pîvan tên nermkirin û tên berdan. Ji ber vê sûcên tiryakê gelekî zêde bûne. Hema bibêje ji sûcên dizî, birîndarkirin û êrişan li girtîgehan mirov tune ne. Ka pîvanên Lijneya Îdare û Çavdêriyê? Dixwazim ji Wezareta Dadê bipirsim. We Lijneya Îdare û Çavdêriyê ava kir, ev lijne dê ev girtî binirxandan, lê hemû girtiyên edlî tên berdan. Ev mirov li derve tim sûc dikin. Lijneyên hatine avakirin, karên serkeftî nakin, lê li aliyê din ji bo girtiyên siyasî yên divê qet negirtî bin jî rolekî astengker dilîzin."   MA / Hakan Yalçin