Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin 2023-10-03 11:53:10   STENBOL - Tundiya polîsan a li dijî malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan a di çalakiya hefteya 700’an a Dayikên Şemiyê de bi rapora pisporan hate belgekirin.    Di encama êrişa polîsan a bi gaza îsotê ya li dijî welatiyên ji bo beşdarî çalakiya hefteya 700’an a Dayikên/Mirovên Şemiyê ya xwestibûn di 25’ê tebaxa 2018’an de bibin, li Pasaja Hazzopûloyê disekinîn de gelek ji malbatên windakiriyan birîndar bûn û destê yek ji çalakvanan Aydin Aydogan şikest û gelek guleyên plastîkê li laşê wî ketin.    Aydogan, yek malbatên windakiriyan Masîde Ocak û parazvana mafên mirovan Leman Yurtsever piştî êrişê serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabûn. Piştî ku dozgeriyê ji serlêdanê re biryara neşopandinê dabû, Aydogan mijar veguhestibû Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). AYM’ê piştî serlêdana kesayetî diyar kir ku hêzên ewlehiyê “qedexeya mûameleya nebaş” binpê kirine û biryar da ku hêzên ewlehiyê bên darizandin û 60 hezar lîre tazmînata manewî ji Aydogan re bê dayîn.    Di pêvajoya piştî biryara AYM’ê pêşveçû de biryar hate dayîn ku dosya ji Buroya Lêpirsînên Sûcên Memûran a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re bê şandin, şahit bên guhdarkirin û girêdayî dîmenên di dosyayê de cih digirin dosya ji aliyê kesên pispor ve bê lêkolînkirin.    ÊRIŞA POLÎSAN DI RAPORÊ DE CIH GIRT Rapora pisporan a di encama lêkolîna bi giştî 17 dosyayên ji dîmen û wêneyên protestoya Dayikên Şemiyê pêk tê de hat amadekirin, hat aşkerakirin.   Di raporê de dîmenên tundiya polîsan a bû sedem destê Aydogan bişikê hat lêkolînkirin û hat destnîşankirin ku “Di dîmenê de, tê dîtin ku polîs bi pêş ve diçin û di vê demê de polîsek tê dîtin ku bi destê zilamekî re girtî ye” û “Di saniyeya 13’emîn a dîmenê de tê dîtin ku polîs wî kesê ku bi destê wî re girtî ye dehf dide û diavê pêş û di qeyda vîdeoyê de jî tê dîtin ku zilamê cilên reş li xwe kiriye, di encama dehfdana polîs ketiye erdê.”   POLÎSAN BI GAZA ÎSOTÊ MUDAXILE KIRIN  Di raporê de dîmenên kêliya ku polîsan li dijî çalakvanan gaza îsotê bikaranî ye jî hate nirxandin.   FÎŞEKA PLASTÎK A AYDOGAN BIRÎNDAR KIR   Di raporê de wêneyên fîşeka plastîk a polîsan ku bû sedem Aydogan ji laşê xwe birîndar bibe jî cih girt.    DI DEMA BINÇAVKIRINÊ DE TUNDÎ HATE KIRIN    Her wiha, di raporê de dîmenên tundiyê yên ku polîsan di dema binçavkirina xizmên windakiriyan û parêzvanên mafên mirovan de li wan kirin jî hat lêkolînkirin û hat destnîşankirin ku “Di deqeya 10’emîn û 40’emîn a qeyda vîdeoyê de, polîsekî dema kesek binçav dikir, stûyê mêr şidandiye, hatiye dîtin ku polîsî dema çalakgerê li ber xwe dida li erdê rûdinişt bi çokê xwe lê xistiye.”   MUDAXILEYA POLÎSAN A GARO PAYLAN    ist-03-10-2023-cumartesi-anneleri-700-hafta-eylemi-bilirkisi-raporu-aciklandi (5) Di raporê de her wiha dîmenên kêliyên ku parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê wê demê Garo Paylan rastî tundiya polîsan hat jî, hat lêkolînkirin.   MA / Îbrahîm Irmak