Ayşenûr Arslan hate berdan 2023-10-03 15:05:13   STENBOL - Rojnamevan Ayşenûr Arslan, piştî kirariyên îfadeyan hate berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta nirxandinên rojnameger Ayşenûr Arslan ên têkildarî çalakiya bombeyî ya li Enqereyê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Arslan li mala xwe hatibû binçavkirin. Arslan piştî kirariyên îfadeyan ên Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî lêpirsînê daxuyanî dabû û ragihandibû ku Arslan bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “pesnê sûc û sûcdar daye” hatiye binçavkirin.    Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ji ber gotinên Arslan ên piştî çalakiya li Enqereyê kiribûn, derheqê Arslan û Halk TV’yê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Xwediyê Îmtîyazê yê Halk TV’yê Cafer Mahîroglû ragihandibû ku bernameya Medya Mahallesî ya ku Arslan pêşkeş dikir ji weşanê hatiye rakirin.