Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn? 2023-10-03 20:35:56   ENQERE - Alp Altinors ku di Doza KObanê de parastin kir, wêneyên pêşmergeyan ên dema di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bûn nîşanî hêwana dadgehê da û got: "Dozger, îdia dike ku bi derbasbûna pêşmergeyan re hevsengî guheriye. Dozger, dê ji bo Erdogan bijartî doza cezayekî çawa bike?"   Di rûniştina yekemîn a danişîna 35'an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 18 jê girtî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.    Danişîn ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê tê lidarxistin. Sebahat Tûncel, Nazmî Gur, Alp Altinors û Alî Urkut jî di nav de gelek siyasetmedarên girtî tevlî danişînê bûn. Yuksekdag û Demîrtaş ji Girtîgeha Kandira û Girtîgeha Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Gelek Parlemneterên Partiya Çepên Kesk jî danişînê şopandin.    Di danişînê de siyasetmedar Alp Altinors parastina xwe ya bi navê "parastina jiyanê" domand.    Altinors axaftina Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku di 7'ê Cotmehê de kiribû û gotibû "Kobanê ha ket ha ket" bibîr xist û got ku mirinên di protestoyan d eçêbûn, piştî vê daxuyaniyê çêbûne. Altinors, wiha domand: "Sernixumandin û manîpulasyona dozger a li hember rastiyên wê demê parî bi parî hildiweşin. Ger eleqeya ji bo Kobanê eleqeya ji bo 'terorê' be, çima Tirkiye û DYA di vî warî de hevdîtin kirin. Ger bangawaziya li hemberî dorpêçkirina Kobanê li dijî Tirkiyeyê be, çima Erdoganê AKP'î gotiye ew li dijî vê bangawaziyê ye. Heya ev pirs neyên bersivandin nabe." Altinors bilêv kir ku AKP, piştî protestoyan polîtîkaya xwe ya der barê Kobanê de guherandiye û wiha pê de çû: "Ewilî digotin, 'PYD heye piştgiriyê nadin.' Paşê jî gotin li wir 'komine din hene' û behsa piştgiriya ku dane dikirin. Erdogan, daxuyandibû ku 'min xwestiye Pêşmerge biçe Kobanê.' Û ev pêşniyazî DYA'yê kiriye."    Altinors bibîr xist ku Pêşmerge bi çekên giran di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bûye û leşkeran jî hevrêtiya wan kiriye. Altinors wêneyên wê demê bi slaytekê nîşanî hêwana dadgehê da û got: "Gelo dozger ji bo vê derbasbûna ku bi fermana serokwezîr çêbûye çi dibêje? Dozger, îdia dike ku bi derbasbûna pêşmergeyan re hevsengî guheriye. Dozger, dê ji bo Erdogan bijartî doza cezayekî çawa bike? Li gor dozger kiryarek bi guherandina hevsengiya leşkerî ya li Kobanê tê sûcdarkirin. Argumanek û delîleke ku dê siberojê Erdogan jî pê bê darizandin di nava mutalaayê de veşartiye. Ev hewldan nîşan dide ku bangawaziya HDP'ê jî rewa ye. Bilêvkirina xetereya qirkirinê ne ka rû barekî terorê ye."    Altinors di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku mutalaayeke wiha cihê şermê ye.    Danişîna taloqî sibê hat kirin.