Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da 2023-10-03 22:01:39   STENBOL– Dadgehê di danişîna duyem a doza der barê kuştina Dîlan Kortakê de biryara "nepeywirdariyê" da û dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran re şand.    Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê di 3'yê Kanûna 2015'an de polîsan di avêtina ser malê de Dîlan Kortak a 19 salî qetilkiribûn. Ji ber vê der barê polîs Y.Y.A., F.Î.B. û O.Y. de bi sûcê "kuştina bi qisûr" doz hatibû vekirin. Danişîna duyem a dozê îro li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 68'an a Edliyeya Anatolyayê hat lidarxistin. Malbata Kortakê û parêzerên wan endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bulent Aşa û Omer Çakirgoz tevlî danişînê bûn. Her wiha polîsên bi awayekî negirtî tên darizandin û parêzerên wan jî tevlî danişînê bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyê şandeya dadgehê guh li daxwazên parêzeran kir. Ewilî Aşa axivî. Aşa diyar kir ku ji 25 derbên guleyan 21 jê bi derba kuştinê bûne û yek jê jî ji mesafeyeke kin hatiye berdan û sûcê "kuştina bi qesdî" hatiye kirin û divê biryara neşopandinê bê dayîn. Aşa xwest doz ji Dadgeha Cezayê Giran re bê şandin.    Paşê parêzerên polîsên kiryar axivîn. Parêzerên polîsan jî xwestin ku daxwaza ji bo biryara nepeywirdariyê bê redkirin û her wiha Kortakê krîmînalîzekirin û kuştina wê wekî "xweparastinê" dan der.    Paşê dozger jî biryara mutalaayê da û xwest delîl di çarçoveya "kuştina bi qesdî" de bên nirxandin û dosye ji Dadgeha Cezayê Giran re bê şandin.   Paşê dadgehê jî biryara xwe eşkere kir. Dadgehê biryara "nepewyirdariyê" de û got ku divê dosye ji Dadgeha Cezayê Giran re bê şandin.    Ger doz li Dadgeha Cezayê Giran bê vekirin dê îfadeya polîsan car din bê girtin.