Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide 2023-10-04 10:03:30     ENQERE - Parêzer Ozgur Faîk Erol diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rasterast bandorê li ser siberoja Tirkiyeyê dike û got: “Girava Îmraliyê mîna makînaya demê ye, wê siberoja we bide nîşandan.”    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol, rewşa tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pergala “hiqûqê” ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji ajansa me re nirxand.    MEKANÊ AWARTE YÊ TIRKIYEYÊ: ÎMRALI     Parêzer Ozgur Faîk Erol diyar kir ku ji roja Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan birine Girtîgeha Îmraliyê û heta niha bûye mekanê herî awarte yê Tirkiyeyê û got: “Em nizanin plana dewletê li ser wir çi ye, lê belê 24 sal in ew der xwe bi xwe diafirîne, prensîbên xwe li pêş xistiye. Lê nayê zanîn ku ev pergala Îmraliyê girêdayî kîjan rejîm û prensîbê ye, her tim bûye mekanek nediyar. Li dijî her cure pergal û sepandinên li Îmraliyê, lê awayê îradeya wê veguherî tecrûbeyek girîng. Nemaze ji sala 2015’an vir ve pergalek li ser Îmraliyê hat avakirin û xwestin vê pergalê li ser hemû civakê û Tirkiyeyê serwer bikin.”    LI ÎMRALIYÊ POLÎTÎKAYA NEDIYARBÛYΠ   Erol destnîşan kir ku dewlet li Girtîgeha Îmraliyê polîtîkaya xwe ya nediyarkirinê wek sîstematîk didomîne û bi vê re jî hewl tê dayîn ku kurdan bêstatû û nediyar bihêlin û got: “Bêguman muxatabê ewil ê vê rewşa nediyarî birêz Ocalan e. Birêz Ocalan berê jî behsa vê nediyarkirinê kiribû. Rewşa nediyar ji sepandina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan dest pê kir. Polîtîkaya nediyarbûna li Îmraliyê dixwazin li ser hemû kurdan bidin rûniştandin.” Erol destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tevî ku di “korîdorek teng” de tê ragirtin jî lê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hewldanên cidî dike û helwesta zelal a Ocalan ji bo çareseriyê tevî hemû astengiya jî her tim xwe daye nîşandan.    ‘PARADÎGMA JI BO GELAN BÛYE HÊVÎ’    Erol diyar kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan tenê ne ji bo kurdan ji bo hemû gelên ku li Rojhilata Navîn dijîn bûye hêvî û got: “Ji ber vê yekê ye ya ku tê tecrîdkirin fikr û ramanên birêz Ocalan in. Lê tevî vê rewşa tecrîd û agahînegirtinê jî paradîgmaya birêz Ocalan ji bo gelan bûye hêvî û bawerî.”    ‘TECRÎD NABER ROJEV’    Erol anî ziman ku bi qasî ku tê xwestin tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatiye sepandin nabe rojev û raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê salên dirêj e bi awayek xemsar nêzî Îmraliyê û rol û mîsyona Abdullah Ocalan Abdullah dibe û got: “Rewşa Ocalan ji nedîtî ve tên an jî naxwazin viya bibînin. Polîtîkaya tecrîdê tenê ne pirsgirêka kurdan e. Ji ber vê yekê ye ku tecrîda li Îmraliyê li ser hemû civakê û girtîgeh û saziyan belav bûye. Her kesê ku civakek demokratîk û azadîxwaz dixwaze divê guh bidin Abdullah Ocalan û her kesî di pêvajoya çareseriyê de dît ku felsefeya birêz Ocalan li ser wan bandor dike.”    ‘ÎMRALI SIBEROJÊ NÎŞAN DIDE’    Erol destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan rasterast bandorê li ser siberoja Tirkiyeyê dike û divê her kesên ku dixwazin di bin şert û mercên demokratîk de bijîn divê li dijî tecrîdê rabin û wiha axivî: “Heke hûn dixwazin bibînin sibê hûnê di kîjan şert û mercên Tirkiyeyê de bijîn, ez pêşniyar dikim ku îro li Îmraliyê binêrin. Îmralî wek mîna makîneya demê ye. Ew der ji berê ve siberoja we diyar dike. Ji ber ku em vê yekê dizanin, pratîka ku 10 sal berê tenê li Îmraliyê dihat meşandin, gav bi gav hate kirin. Hişmendiyeke wisa dewletê heye, hafizeyeke wisa ya dewletê heye. Ji ber vê yekê, her kes, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hiqûqnas ku dixwazin li vî welatî di bin şert û mercên demokratîk de bijîn, bêyî nasnameya xwe ya etnîkî û baweriya olî, divê vê rastiyê bibînin. Armanc ew e ku were fêhmkirin ku ev pergala ku li Îmraliyê hatiye avakirin bi neçareserkirina pirsgirêka kurd re çawa ye û li gorî vê yekê çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e. Divê bi zelalî û wêrek bê gotin ku ev pêvajoyek e ku divê bi hev re were birêvebirin.”    MA / Selman Guzelyuz - Hakan Yalçin