Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne 2023-10-04 10:19:08   AGIRÎ - Piştî qadên çiyayî yên Giyadînê ku bi kanên madenê hatin texrîbkirin, niha jî avên wê yên binerd di hedefê de ne.    Şîrketa Anonîm a Koza Altin ku li navçeya Giyadîn a Agiriyê di bin navê “projeya zêr û zîv” de rûxsetname wergirtiye, rê li ber wêraniyeke mezin a ekolojiyê vekir. Di rapora Nirxandina Bandora Hawirî (ÇED) ya têkildarî qadên ku dê şîrket xebatan lê bimeşîne de hat destnîşankirin ku li herêmê 218 cureyên gihayan hene, ji van gihayan 7 jê endemî ne, 3 cure pir kêm tên dîtin û 16 cureyên xijendeyan li herêmê hene. Lê tevî vê yekê jî ji bo lêgerîna madenên bisiyanûrê destûr da şîrketê.    AVÊN BINERD DI HEDEFÊ DE NE   Di demekî ku nîqaşên li ser texrîbata bi rêya madenan li herêmê hatine kirin didomiyan de îcar jî şîrketê çav berda avên binerd. Midûriyeta Vekolîn û Lêgerîna Madenan (MTA) li gundê Hecî Xalit ê navçeyê dest bi lêgerîna germavan kir.    Li gorî agahiyên MTA’yê di 22’yê tebaxê de parve kir; dê li navçeyê li qadeke bi qasî 3 hezar û 400 metrekareyan lêgerîna çavkaniyanên jeotermal were kirin. Dê di çarçoveya projeyê de li gund sondajek were çêkirin. Lêçûnên projeyê weke 10 milyon TL hate hesabkirin û tê payîn ku bîra sondajê bi kûrahiya 2 hezar û 750 mîtroyan be.   GUNDÎ: HAYA ME JÊ NÎNE   Têkildarî mijarê em bi şêniyên gund re axivîn. Gundiyan got ku li herêmê şantiye hatiye avakirin û hefteyek berê li herêmê makîne hatine veguhestin. Bi domdarî gundiyan diyar kirin ku rayedarên şîrketê carnan li germav û carnan jî li zêr digerin. Şêniyan destnîşan kirin ku ew nizanin ka xebat çiqas berfireh e û bi wan re tiştek nehatiye parvekirin.    MA / Bêrîvan Kutlu