Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt 2023-10-04 15:46:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, di daxuyaniya xwe ya têkildarî çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt.    Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan têkildarî çalakiya di 1’ê cotmehê de li dijî Wezareta Karên Hundir pêk hat daxuyanî da. Fîdan, îdia kir ku çalakger ji Sûriyeyê hatine û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Fîdan, wiha got: “Li Iraq û Sûriyeyê hemû tesîsên binerd û sererd û enerjiye yên PKK’ê û YPG’ê dê di bibin hedefa meşrû ya hêzên me yên ewlehiyê. Ez pêşniyar dikim ku aliyên seyêmîn xwe ji kesên PKK’î û YPG’î û ji tesîsên wan dûr bixin.”