Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin 2023-10-04 16:22:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê bi hinceta ku girêdana dersokê red kiriye, tundiyeke dijwar li zaroka 16 salî Armîta Garawand kir û xistin koma yê. Piştî belavkirina wêneyên Garawand ên li beşa venihêrîna awarte, hêzên rejîmê telefonên tevahiya endamên malbata wê desteser kirin.    Zaroka bi navê Armîta Garawand a Kirmanşahî li paytexta Îranê Tehranê qebûl nekir ku dersokê girê bide. Li ser vê yekê hêzên rejîmê tundiyeke dijwar li Garawand kirin û rakirin beşa lênihêrîna awarte ya nexweşxaneyê. Piştî ku bûyer hat bihîstin, zextên li ser malbata wê zêde bûn.    Piştî ku dîmenên kêliya tundî li Garawand dihat kirin û wêneyên wê yên li beşa venihêrîna awarte hatin parvekirin, hêzên rejîmê dest danîn ser telefonên tevahiya endamên malbatê.    TEVDÎRÊN EWLEKARIYÊ YÊN LI NEXWEŞXANEYÊ   Nexweşxaneya Fajrê ku Garawand li wir tê tedawîkirin ji hêla hêzên rejîmê ve hate dorpêçkirin û tevdîrên mezin ên ewlekariyê hatin girtin. Nasnameya temamiya kesên tên nexweşxaneyê tên kontrolkirin.    Li hêla din hat zanîn ku hinek saziyên navneteweyî ji bo Garawand ketine nava liv û tevgerê.