Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne 2023-10-04 19:56:28     ŞIRNEX - Parêzer Serkan Karakaş, anî ziman ku amîrê polîsan Sirri Erdogan ku wî bi wesayîta xwe eciqandiye ne bi tena serê xwe bûye û şahidê bûyerê jî got ku bersûc gava li Karakaş qelibandiye xwestiye wî bieciqîne.    Amîrê polîsan Sirri Erdogan di 10'ê Nîsana 2022'yan de bi wesayîta xwe parêzer Serkan Karakaş ê li ser Baroya Şirnexê qeyd kirî, eciqandibû. Ji ber vê der barê Erdogan de bi sûcê "hewldana kuştina bi qesdî" doz hatibû vekirin. Îro danişîna 4'an a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Şirnexê hat lidarxistin. Malbata Karakaş, bersûc Sirri Erdogan û parêzer û Parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal Aslan, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, Baroya Amed û Baroya Mêrdînê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Şirnexê, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) tevlî danişînê bûn. Ji ber ku li hêwanê cih tune bû, gelek kesan li ser pêyan danişînê şopand.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Bersûc Sirri Erdogan, îdia kir ku rapora ATK'ê ya di dosyeyê de şaş e û got ku ew vê raporê qebûl nake. Bersûc îfadeya xwe ya berê dubare kir û îdia kir ku sûc nekiriye û wê kêliyê hişê wî ne li serê wî bûye.    Paşê Serkan Karakaş hat guhdarkirin. Karakaş bilêv kir ku li holê bûyereke bi qesda kuştinê heye û got: "Hişê vî kesî li serê wî bû û xwest min bikuje. Wê rojê midûriyeta polîsan peywireke bi navê peywira din dabû vî kesî. Li midûriyeta polîsan jî tiştekî wiha tune ye. Qesda ji peywira din çi ye? Ez wiha difikirim ku ez hatime şopandin û vî kesî ji bo kuştina min şandine. Ez wer difikirim ku ev kes bi tena serê xwe ev sûc nekiriye. Beyanên bersûc ji bo xwe xelaskirina ji sûc e. Lewma ez dixwazim qeydên HTS'ê yên ebriya bûyerê û piştî bûyerê daxilî nava dosyeyê bên kirin."    Paşê şahidê bûyerê hat guhdarkirin. Şahidê bûyerê jî bilêv kir ku gava bersûc li Karakaş qelibandiye hewl daye wî bieciqîne û paşê ji cihê bûyerê çûye.    Piştî parastinan meqama îdiayê mutalaaya xwe eşkere kir. Meqama îdiayê xwest daxwaza bersûc û parêzerên wî ya rapora ATK'ê ya ji bo ku roja bûyerê hişê bersûc ne li serê wî bûye bê redkirin û daxwaza ji bo qeydên HTS'ê ku daxilî nava dosyeyê bên kirin bê qebûlkirin û daxwaza ji bo girtina bersûc bê redkirin û biryara şertê kontrolkirina edlî bidome.   Şandeya dadgehê jî daxwaza bersûc a ji bo rapora ATK'ê red kir û daxwaz ajib o her sê qeydên kamerayan ji ATK'ê re bên şandin, qeydên HTS'ê û daxwaza şertê kontrolkirina edlî qebûl kir.    Danişîn taloqî 6'ê Kanûnê hat kirin.