Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir 2023-10-05 10:27:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk piştî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef nîşan da, bi balafiran mezraya Mişêrfa Himê bombe baran kir.    Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, têkildarî çalakiya di 1’ê cotmehê de li dijî Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê hate kirin duh daxuyaniyek da û Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Fîdan îdia kir ku çalakvan ji Sûriyeyê hatine û îşaret kir ku wê tesîsên binerd, sererd û enerjiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef bigirin.    Li ser vê daxuyaniyê, Serfermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bersiva Fîdan da û wiha got: “Kesên êrişa li Enqereyê pêk anîn ji herêma me neçûn, Tirkiye ji bo êriş bike li hincetan digere.”   Piştî axaftina Fîdan, dewleta tirk dest bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) balafirên şer ên dewleta tirk mezraya Mişêrfa Himê ya li ser rêya Hesekê û Til Temir bombe baran kirin. Di encama bombe baranê de 3 welatî birîndar bûn.     Pişt re li herêmê liv û tevgera hewayî dest pê kir.