Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike 2023-10-05 13:20:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Rojava diyar kir ku îdiayên Tirkiyeyê reveke mezin a ji rastiyê ye, paşguhkirina dozên hundirîn û ji wan jî pirsgirêka kurd e. Rêveberiyê anî ziman ku êrişên li dijî avahiyên xizmetguzariyê dê bi xwe re bandoreke neyênî li ser rewşa debarê ya giştî û mirovî bîne û ev kiryarekî dijminane ye û dikeve nava xalên sûcên şer.   Careke din duh Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derket û got dê hêzên welatê wî binesaziyên Iraqê û Sûriyeyê hedef bigirin. Li ser mijarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev gef û êrişên li dijî herêmê aliyekî wan a tolhilanînê heye, ji ber ku dewleta tirk di projeya xwe û ajandeyên xwe yên li Sûriyeyê de bi bin ket.   Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:   "Careke din û di israrkirina hedefgirtina herêmên me de dewlet Tirk li ser zimanê rayedarên xwe gefên pêkanîna êrişan li dijî herêmên me xwarin û ji bo ku êrişên xwe yên li dijî gelê me rewa bikin dibêjin ev herêm û saziyên xelkê w jî armancên projeya Tirkiyeyê ne. Ev zimanê gefxwarinê piştî gelê me plan û lîstikên qirêj ên hêzên herêmî, di serî de dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê li dijî xelkê me yê li Dêrazorê têk birin, hate kirin.   Ev gef piştî çalakiya li Enqereyê hatin xwarin û di her pirsgirêk û dozekê li hember Tirkiyeyê de herêmên me tên hedefgirtin. Dewleta Tirk sewqiyetên xwe yên leşkerî yên zêde li ser sînorê xwe yên bi Sûriyeyê re û rojane kiryarên li dijî ciwanên berê xwe bi rêya Tirkiyeyê didin Ewropayê û li dijî wan sûcên qetilkirin, îşkence û lêdanê bi kar tîne ji bîr dike.   Dewleta Tirk çîroka xwe ya derbarê çalakiya vê dawiyê li Enqereyê bûye û bi herêmên me ve girê dide û ev îdia dûrketineke mezin a Tirkiyeyê ji raya giştî ya navxwe û paşguhkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî û di nav de pirsgirêka kurd e.   JI BER BINKETINÊ ÊRIŞ DIKE   Di demekê de em bi tundî gefên dewleta Tirk red û şermezar dikin, em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser van tiştan teqez dikin:   Ev gefxwarin û hedefgirtina herêmên me xwedî aliyekî tolhilanînê ye û ew jî piştî dewleta Tirk di ajandeyên xwe yên li Sûriyeyê û projeya xwe de bi bin ket pêk tên.   Ev gef reva ber bi pêş ve, paşguhkirina rastiya heyî ya li Tirkiyeyê û xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê ye.   Ev gefên li dijî herêmên me bandoreke neyênî li dijî çalakî û hewldanên gelê me û Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî DAIŞ'ê û şaneyên wê dike.   Tu kes ji van gefan sûdê wernagire, her wiha pêkanîna rewşa aloziyê cureyek ji pêkanîna bêîstîqrariyê ye û ev yek jî armanca sereke ya dewleta Tirk e.   Hedefgirtina avahiyên xizmetguzariyê dê bi xwe re bandorên neyênî li ser rewşa debarê ya giştî û mirovî bîne û ev yek kiryarên dijminane ne û dikevin xana sûcên şer.   Divê her aliyekî li Sûriyeyê xwedî rol e, xwedî helwestên cidî bin û van gefan sînordar bikin, ji ber ku ji bilî pirsgirêkên di hundirê Sûriyeyê de dewleta Tirk jî rêbazên jiyanê yên xelkê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û êşên mirovî zêde dike. Ev yek bi xwe re pirsgirêkên mezin tîne.   BANGA LI QADA NAVNETEWEYÎ   Em bang li civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî, saziyê navneteweyî, hiqûqî û mirovî, her wiha bang li Rûsyayê dikin ku helwestên cidî nîşan bidin û li pêş dewleta Tirk bisekinin, da ku hevsengiyên nû li Sûriyeyê bi rêya herêmên me bên avakirin."